'Rakirina pazarê xelkê taxê mexdûr kiriye'
Vedat Turgutê endamê GÎKê yê HUDA PARê li Diyarbekirê esnafan ziyaret kir û diyar kir rakirina pazareke ku nêzî 80 hezar kes jê îstîfade dike xelkê mexdûr kiriye.
Endamê GÎKê yê HUDA PARê Vedat Turgut û heyeta pê re li Baxlara Diyarbekirê dikandaran ziyaret kirin, derd û kulên wan guhdar kirin.
“Esnafê me yê ku ji xwe mexdûr bûye zêdetir mexdûr dibe”
Turgut piştî ziyareta esnafan ji endamên çapemenîyê re daxuyanî da û diyar kir xelkê ku li taxa Kaynartepê îqamet dike li rasta mexdûrîyeteke mezin hatiye û diyar kir “divê rayedar derbarê vê mijarê de çareserîyekê bibînin.”
“Rayedar li hember bûyerê bêeleqe man û serê xwe pê nêşandin”
Turgut di berdewama axavtina xwe qala ziyareta ku kirine û derbarê rewşa xirap a taxê de nirxandinan kir û dû re axavtina xwe wiha domand: “ Bi salan li vê derê pazarek hebû. Nêzî 80 hezar kes ji vê pazarê îstîfade dikirin. Lê belê bêyî ku xebera muxtar, xelk û esnafê taxê pazar neqlî cihekî din kirine. Hinek kes dibêjin ku ev neqilkirin bo destheqêkê hatiye kirin. Esnaf dibêje ku ew problemên xwe ji meqamên fermî re ragihandine lê belê li hember vê ragihandinê bêeleqe mane. Di serî de me bi wan esnaf û xelkê xwe yê ku ji şaredar û qeymeqam gazinan dikin re axivî û me wan guhdar kir. Di vê bergehê de xelk bo pêdivîyên xwe yên pazarê diçin pazara ku çend kîlometre dûrî wan e. Ji xwe li taxa Kaynartepê exlebeyê xelkê me feqîr û bêkar e û exlebeyên wan ji Sûrê û Sûrîyê hatine. Rakirina vê pazarê xelkê mexdûr kiriye.”
Turgut di dawîya axavtina xwe de diyar kir veguhastina pazarekî ku ji 80 hezar însanî re xizmetê dide nebûye çareserî û bereks mexdûrîyetan derxistiye holê û dû re wiha li dawî axavtina xwe anî: “ Em ê wek HUDA PARê her tim li ba gelê xwe bin û her tim derd û kulên wan guhdar bikin û bo ev problem bên çareserkirin em ê bibin taqîbkarên van probleman.”(ÎLKHA)