Dirûşm û temaya hilbijartinê ya HUDA PARê diyar bû
Serokê Karên Siyasî û Berdevkê HUDA PARê Mehmet Yavuz destnîşan kir dirûşma HUDA PARê ya hilbijartinê “A Rast HUDA PAR!” û temaya hilbijartinê jî “Pêşî Însan Ewilî Edalet” e.
Mehmet Yavuzê Berdevkê Partîyê û Serokê Karên Sîyasî yê HUDA PARê dirûşme û temaya ku ew bo hilbijartinên 2018an diyar kirine bi raya giştî re parve kir. Yavuz diyar kir ew bo hilbijartinên sala 2018an wek dirûşme gotina “A Rast HUDA PAR!” û wek tema jî gotina “Pêşî Însan Ewilî Edalet” hilbijartine. (ÎLKHA)