Ji Serokatîya Pêwendîyên Karên Derve ya HUDA PARê derbarê rojevê de nirxandin
Ji teref Serokatîya Pêwendîyên Karên Derve ya HUDA PARê ve derbarê êrîşên li Yemenê, mueyyîdeya ku ji teref Amerîka ve li Îranê tê sepandin, cardin nêzbûna Tirkîye û Amerîka û derbarê meseleya Filistînê de nirxandin hat kirin.
Serokatîya Pêwendîyên Karên Derve ya HUDA PARê derbarê êrîşên ku di pêşîvanîya Siûd de ji teref hêzên koalîsyonê ve li Yemenê tên kirin, mueyyîdeya ku ji teref Amerîka ve li Îranê tê sepandin, cardin nêzbûna Tirkîye û Amerîka û li Minbicê fealîyetên hevpar ên dewrîyê yên Amerîka û Tirkîyê û derbarê hevdîtina ku di navbera Sîsîyê darbeker û Serokê Dewleta Filistînê Mahmud Abbas de hat kirin de nirxandinan kir.
Di daxuyanî ku hat belavkirin de hat diyarkirin rewşa mewcûd a li Yemenê her ku diçe xirabtir dibe ku divê raya giştî ya cîhanê li hember vê yekê bêdeng nemîne.
Ger çareserîyeke siyasî neyê dîtin, li Yemenê dê bi milyonan însan bi birçîbûn û nexweşîyan re rûbirû bimînin
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin Yemen di pencika birçîbûn û nexweşîyê de difirfite û dû re wiha hat gotin: “ Ji ber şerê naxweyî û ji ber êrîşên hêzên koalîsyonê ya ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike û ji ber ambargoya ku ji teref Siûd ve tê sepandin, rewşa li Yemenê her ku diçe xirabtir dibe. Xelkê Yemenê yê ku di nav şerê navxweyî de ye û her roj tê qetilkirin di pencika birçîbûn û nexweşîya ku ji ber şer û amborgayê derketiye de difirfite. Li hember vê rewşa ku di raportên Neteweyên Yekbûyî de qala wê tê kirin ger çareserîyeke siyasî neyê dîtin ew ê bi milyonan Yemenî ku di serî de zarok, di pencika birçîbûn û nexweşîyan de can bidin.”
Em wek HUDA PARê bang li raya giştî ya cîhanê dikin da ku bo Yemenê bêdeng neyê mayîn
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji bo şerê navxweyî ya li Yemenê bê bidawîkirin divê giranî bê dayîn navbeynkarî û gotûbêjan. Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Rewşa însanî ya li Yemenê bo însanetîyê şermeke mezin e û ew ê ji bo dinyaya rojema wek xirabî û nebaşîyekê di dîrokê de cihê xwe bigire. Em wek HUDA PARê bang li raya giştî ya cîhanê dikin da ku bo Yemenê bêdeng neyê mayîn. Ji bo Siûd dawî li êrîşên xwe bîne û ambargoya li Yemenê rabike divê welatên cîhanê zextan li Siûd bikin. Ji bo şerê navxweyî ya li Yemenê bê bidawîkirin divê giranî bê dayîn navbeynkarî û gotûbêjan.”
Nêzîkbûna Tirkîye û Amerîka
Di berdewama daxuyanîyê de derbarê nêzîkbûna Tirkîye û Amerîkayê de hat diyarkirin divê neyê jibîrkirin ku Amerîka di bin navê muteffîkîyê de ji bo wext qezenc bike bi Tirkîyê re nêz dibe û dû re wiha hat gotin: “ Ji ber ku yekîneyên artêşên Tirkîye û Amerîkayê li Minbicê dewrîyeya hevpar davêjin tê fêmkirin ku di navbera Tirkîye û Amerîkayê de nêzîkbûnek heye. Em cardin dibêjin ku divê tu car bi wê Amerîkayê ku li ser alema Îslamê plan û hedefên dijminane dike û heta demeke nêz destê wî di darbeya leşkerî û êrîşên aborî yên ku li hember Tirkîyê hatin kirin de hebû, bawerî pê neyê anîn. Divê hikûmet bo mebesta vegerîna wan rojên berê yên muteffîkîtîya Amerîka ya li Sûrîyê nekeve nava wê xeletîya ku berî niha hatiye kirin. Divê neyê jibîrkirin ku Amerîka di bin navê muteffîkîyê de ji bo wext qezenc bike û xwe bi hêztir bike bi Tirkîyê re nêz dibe. Ew ê Amerîka bi vê yekê di demeke navîn û dirêj de êrîşê bibe li ser Tirkîyê, herêmê û alema Îslamê. Divê hikûmet vê yekê bike hisabê û di çarçoveya vê hisabê de hereket bike.”
Mueyyîdeyên Amerîka yên li hember Îranê
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de her wiha derbarê mueyyîdeyên ku ji teref Amerîka ve li hember Îranê tên sepandin de jî nirxandin hat kirin. Di nirxandina ku hat kirin de hat diyarkirin divê li dijî sepanên zordar û keyfî yên Amerîka bê rawestin û dû re wiha hat gotin: “ Piştî şoreşa Îslamî ya ku li Îranê pêk hat re, emperyalîzma Xerbê ya ku Amerîka jê re pêşîvantîyê dike û siyonîzm ev 40 sal e ku serî li temamê rêyan didin da ku Îran bê zeîfkirin. Polîtîkayên Amerîka li hember Îranê her çiqas carinan ber bi başbûnê ve çûbin jî di ya rastîyê de ew polîtîkaya wî ya dijmintîyê tu car nehat guhartin. Amerîka bi mueyyîdeyên ku di 5ê Mijdarê de li hember Îranê da destpêkirin hiqûqa navneteweyî binpê kir û bi şikleke aşkere îlan kiriye ku ew haydûtîya kurewî dike. Bi vê ambargoyê bes Îran ne di hedefê de ye. Bi vê ambargoyê temamê welatên ku proje û planên Amerîkaya emperyalîst û yên siyonîstan ên li ser erdigarîya Îslamê qebûl nakin û li ber van plan û hedefên wan radibin rasterast tên hedefgirtin. Dihat zanîn ku ew ê ew ambargoya li ser Îranê herî zêde zirarê bide welatê me. Wekî din Tirkîye ji sepandina vê ambargoyê muaf hat girtin ku ev yek wek lutfekî tê dîtin ku ev yek weke ambargo bi xwe zillet e. Tiştê ku divê bê kirin; li hember Amerîka pêkanîna hêzên alternatîf e. divê li dijî sepanên zordar û keyfî yên Amerîka bê rawestin û divê bi wan welatên ku dijberên Amerîkayê re ne hevkarî û yekîtîya hêzê bê tesîskirin.”
Geşedanên derbarê Filistînê de
Di berdewama nirxandinê de qala hevdîtina ku di navbera Sîsîyê darbeker û Serokê Dewleta Filistînê Mahmud Abbas de hat kirin de hat diyarkirin “ Serokê darbeker ê Misirê Sîsî û Serokê Dewleta Filistînê Mahmud Abbas di 3yê Mijdarê de hevdîtin hat kirin û di hevdîtina ku hat kirin de gotûbêj hat kirin da ku li Girava Sînayê dewleteke Filistînê bê damezrandin. Ev hevdîtina ku hatiye kirin ji alîyê naverokê ve wek “Peymana Qernê” hat wesfandin ku ev yek di çarçoveyên hedefên siyonîstan de hatiye avêtin. Bi vî awayî Sîsî û Mahmut Abbas îspat kirine ku ew bûne xizmetkarên hedefên siyonîstan û bûne navbeynkarê teklîfên wan. Ew Sîsîyê ku ji bo planên siyonîstan axê welatê xwe vala dike û ew Abbasê ku niyeta wî heye welatê xwe vala bike û teslîmî siyonîzmê bike, bes îxanetî xelkê Misir û Filistînê nakin; bi heman awayî îxaneteke mezin li tevahîya alema Îslamê dikin.”
Em bang dikin ku dev ji îxtîlafan bê berdan û li ser Qudsê hemû kes sefên xwe bikin yek
Di dawîya daxuyanîyê de bo yekîtîya axaên Qudsê bang li temamê birêvebirên welatên Îslamê hat kirin û wiha hat gotin: “ Rejîma îşxalker a siyonîst bi vê gava xwe dixwaze ku bi temametî xelkê Filistînê ji axên wan derîne û axên Filistînê bi temametî îşxal bike. Siyonîstên îşxalker di bergeha vê hedef û planê de li ber çavê dinyayê gelek zêde cinayet, qetlîam û zilmê kir ku ew bi vê yekê bes ne ji bo alema Îslamê bi heman awayî ji bo temamê însanetîyê bûye tehdîdeke mezin. Em wek HUDA PARê bang li hemû kesî dikin da ku li dijî van gavên şeytanî di çarçoveya derfetên xwe de birawestin û li ser Qudsê sefên xwe bikin yek.” (ÎLKHA)