Niqaşên Der Barê Rêxistina Xisûsî Ya Çîllerê De
Li ser muracaeta parlementerê CHPê yê Intabê yê mensûbê komîsyona lêpirsîn û lêkolîna derbe û mûxtireyan, MÎTê bi muhra “pir veşartî” raporek şand meclîsê. Di raporê de qismek ji bo îddîayên der heqê orgut û rêxistana xisûsî ya Çîllerê de hatiye amade kirin.
Di raporê de wiha tê gotin “Orguteke xisûsî ya ku sereka DYPê Tansû Çîller, hinek mensûbên MÎT û Emniyetê û hinek Ulkucu jî têde ne hatiye sazkirin. Orgut di navbera mensûbên xwe de bi orguta xisûsî tê zanîn û orgut bi CIA(sîa) û MOSSADê re têkildar e.”
Her wiha der heqê qadroyên orguta han de jî, hinek îddîayan beyan dike. Di raporê de tê gotin ku 700 mensûbên vê rêxistinê hene. Di buroya xisûsî ya vê teşekkulê de, sereka DYPê ya wê dewrê Tansû Çîller, mêrê wê Ozer Çîller, wezîrê karên hundir û parlementerê Elezîzê Mehmet Ağar, serekê daîra kontirterora MÎTê Mehmet Eymur, Mişawirê midûrê giştî yê Emniyetê albayê teqawîd Korkût Eken, serekê daîra hereketa xisûsî Îbrahîm Şahîn û Ebdullah Çatliyê ulkucuyê ku di qeza Sûsûrlûkê de miribûbû jî hene.
Di pêvekên rapora komîsyonê de hinek qeydên fîşkirinê yên dewra 28ê Sibatê jî hene. Van qeydana ji arşîva Serekcimhûrtiyê ya Suleyman Demîrel hatiye derxistin. Li gor rapor û belgeyan bi îddîa fealiyet û terzê heyata îrtîcayî, hinek personelên eskeriyê yên ku li gor qiraren YAŞê ji ordiyê hatine îxraçkirin, di heyata sivîlî de jî hatine teqîbkirin û rapora teqîbkirina wan ji serekcimhûrtiyê re hatiye şandin (Bangaheq)