Wezîrê Fîlîstînê: “Hatiye Heta Qirikê”
Wezîrê hêsîrên Fîlîstînê Îsa Karakî, li Ramallahê di xeberdana xwe ya civîna medyayî de da zanîn ku, divê di demeke nêz de, Fîlîstîn di peymanên navnetewî de bibe terefdar û ji lew muracaetî saziyên navnetewî bê kirin.

Karakî wiha got “Îsraîlê îşgalker, li xelkê Fîlîstînê sîstematîk zulmê dike. Ji vê zulma xwe re jî, qilifeke siyasî çêdike. Bi kuştina hêsîr Arafat Ceradat, zulma wê hatiye heta qirikê. Divê îdara Fîlîstîn, di serî de peymana Cenewreyê di hemî peymanên navnetewî de bibe terefdar, ji lew jî ji bo muracaeta saziyên navnetewî, divê zû bi zû rêkûpêkkirinên hewce bên kirin.”
Karakî di xeberdana xwe de weha got “Piştî bidestxistina statûya dewleta çavdêrê, heqê Fîlîstînê heye ku, muracaetî saziyên navnetewî bike. Siyonîst Îsraîl di hepsên de, sîstematîk û teşkîlatî zulm û zordariyê li hêsîran dike. Êdî hatiye wextê ku meriv li ber vê zulmê dest bi tevgerê bike. Lewra kuştina hêsîr Arafat Ceradat, heta qirikê aniye.” (Bangaheq)