Li Bangladeşê Qetlîam
Li Bangladeşê di hinek malperan de, li pêxemberê me heqaret hat kirin. Millet rabû ser piya. Li gelek bajaran protesto dest pê kirin. Li paytext Dakkayê hikûmetê derketina kolanan yesax û qedexe kir.
Li Bangladeşê di hinek malperan de, li pêxemberê me heqaret hat kirin. Millet rabû ser piya. Li gelek bajaran protesto dest pê kirin. Li paytext Dakkayê hikûmetê derketina kolanan yesax û qedexe kir.
Li ser heqaretan li paytextê, protesto ji teref hereketa Hîfazeta Îslamî ve hatin rastkirin. Milletê Bangladeşê xwestin ku, qanûna di heqê cezakirina mûxalîfên Îslamî de, ji nû ve têke meriyetê û kesên li pêxemberê me heqaret kirine, bên cezakirin. Bi amanca dengê xwe bigihînin hikûmetê, dest bi meş û mîtînga kirin. Hat gotin ku protestovanan, hemî deriyên bajêr girtine. Nahêlin wesaît herin û bên. Di protestoyan de guhnedan polîsên hikûmetê û tu kes belav nebû. Ji lew hêzên ewlehiyê êrîşî protestovanan kirin. Di hadîseyan de zêdetirî 100 kesî can dan. Zêdetirî 200 kes jî birîndarbûn.
Hikûmetê girte ser merkeza hereketa Hifazeta Îslamê. Gelek kes hatin desteserkirin. Weşanên kanalên Dîganta TV û Îslam Tv hate sekinandin û rawestandin.
Li ser hadîseyan partiya mîlliyetperwer ya Bangladeşê, bangî hikûmetê kir ku, ya hikûmeteke miweqet saz bike yan jî dev ji wezîfê berde. Lîderên Hîfazeta Îslamê, di mîtîngê de bangî şêx Hasînayê kir û ew îqaz kir ku polîsan bisekinîne yan na wê Dakkayê bibe gola xwînê.
Hereketa Hîfazatê Îslamê mehek berê jî, protesto li dar xistibû û xwestibû ku, kesên heqaretkar bên cezakirin. (bangaheq)