Qetlî'ama Dersîmê û Hestiyên Piştî 76 Salan
Di 1938an de li Dêrsimê di newala Laçê de, ji teref hereketa eskeriyê ve li ehlê bajêr qetlîam hatibû kirin.
Di 1938an de li Dêrsimê di newala Laçê de, ji teref hereketa eskeriyê ve li ehlê bajêr qetlîam hatibû kirin. Di nav wan de gelek jin û zarok jî, bi hezaran însan hatibûn qetilkirin. Di dema qetlîamê de gelek qîzên ku ji aliyê malbatên wan ve hatibûn veşartin, eskeriyê wan qîzan anîbûn dabûn malbatên eskeriyê. Dîsa di heyama qetlîama eskeriyê de, gelek kesên ku xwe dabûn alî, paşî ji teref rejîma eskeriyê ve hatibûn sirgûnkirin.
Piştî qetlîamê hinek merivên kesên kuştî, piştî ğeyretan cesedên merivên xwe bi dest xistibûn. Lê ji ber tirsa eskeriyê, gelek kesê din newêribûn cesedê merivên xwe, ji devera ku lê hatine qetilkirin bînin.
Piştî 76 salan hinek mexdûrên qetlîamê û rojnamevan xwe gihandin newala Laçê û şikefta Laçê. Li ser dîtina kesên qetilkirî, ji mexdûran Xidir Çîçek kete dehşetê. Di şikeftê de bi lodan li hestiyan rast hatin. Li ba wan hinek eşyayên wan jî mane. Hinek kapsûlên fîşekan yên ku di sala 1935an de hatine çêkirin jî hatin dîtin.
Şikeft li hêla gundên Bor û Vengê ye û li herêmê şikefta herî mezin tê hesibandin. Ji ber qetlîama eskeriyê, di 1938an de dora 500 kes digel jin û zarokên xwe di wê şikeftê de xwe disitirînin. Lê gava jinekek ji bo anîna avê xwe bera xwarê, xwe bera ber çem dide, ji aliyê eskeran ve tê dîtin. Ji ber ku esker nikaribûn derketana jor, bi topan û bi bombên teyaran li şikeftê dixin, însanên tê de dikujin. Çend kesên ku direvin jî, di rê de tên kuştin. (bangaheq)