Doza Êrîşa Loca Masonê
9 sal berê li Stenbolê êrîş li şûbeya komela locaya mezin ya masonan hatibû kirin. Di êrîşê de 2 kes hatibûn kuştin, 6 kes jî birîndar bûbûn. Di heqê êrîşê de ji wan 3 heb girtî, mehkema 24 bersûcan dewam dikir.
Celseya doza êrîşê li mehkema cezaya giran ya 9an ya Stenbolê tê rastkirin. Di celseya dawîn de sewcî mitalaa berê tekrar kir. Parêzerên bersûcan jî beraeta miwekkilên xwe xwestin û ji ber biserketina demê ketina dozê teleb kirin.
Heyeta mehkemê li bersûc Adem Çetînkaya, Engîn Vûral, Hasan Dağ û Hamza Elî Temîzozê bi îddîa ku, mensûbên El Qaîdeyê ne, li ser navê el Qaîdeyê êrîş rastkirine, bi zorê teşebbusî rakirina sîstemê kirine, ceza miebbetê birî. Mehkemê li bersûc Hakan Çalişkanê jî, bi sûcê endamtiya orgutê 6 sal û 3 meh ceza birî. (Bangaheq)