Têkiliyên Darbekar û Siyonîstan
Îddîanameya lêpirsîna 28ê Sibatê, ji aliyê mehkema cezaya giran ya 13an ya Enqerê ve hat qebûlkirin. Pey qebûlkirinê tişt û têkiliyên balkêş yên darbekaran eşkere bûn.
Îddîanameya lêpirsîna 28ê Sibatê, ji aliyê mehkema cezaya giran ya 13an ya Enqerê ve hat qebûlkirin. Pey qebûlkirinê tişt û têkiliyên balkêş yên darbekaran eşkere bûn.
Di îddîanameyê de di belgeyên bi îmza Orgeneralê teqawîd Teoman Koman de wiha tê gotin “Îbadet hewce bê jî, mewzûata dewletê îznê nade ku di daîreyên resmî de camî û mescîd bên vekirin.” Koman wiha gotiye “Mînareyên ku bi perê dewletê hatine avakirin, wê bên xerakirin. Di camî û mescîdan de, nivîsên ku ne Tirkî ne û mana wan nayên zanîn, wê bên rakirin. Rahle, tesbîh û takkeyên ku ne li gorî qirarnameya eskeriyê ne, wê neyên bikaranîn.”
Tê gotin ku orgeneral Teoman Koman û sererkanê didûyan yê kevn Çevîk Bîr, bi siyonîst Îsraîl re têkildar bûne. Çevîk Bîr, ji îstîxbarata eskeriya Îsraîlê bi tumgeneral Moşe Y. re hevdîtineke dizî pêk aniye. Qederê 4 sahîfe behsa hevdîtina wan ya veşartî dike. Çevîk Bîr wiha gotiye “Me eskerî ji bo ku partiya Refahê neyê îktîdarê tiştên hewce, ji deverên têkildar re îqaz kirine. Li gorî xeberdana me, partiya Refahê mîna Îranê Îslama radîkal dixwaze.”
Di îddîanamê de 789 xoceyên zanîngehan, 38 xwendekar û 56 memûr bi îddîa ku îrtîcayî ne, hatine qeyd û fîşkirin. Xwendekarên ku li derveyê welat xwendine jî hatine qeydkirin. Hinek belgeyên bi îmza serokê YOKê yê kevn Kemal Guruz jî eşkere kir ku xwendekarên serlîsans û doktora û yên ji bo xwendinê çûne dervê welat, hatine fîş û qeydkirin. BANGAHEQ