Îlana Kongreya Huda Parê
Partiya Doza Azad îlana Kongreya xwe a Yekem kir. Di îlanê de tevî delege, endam û xelq hatin dawetkirin Kongreyê.
Daxuyanî ji alî Serekê Giştî Yê Partiya Doza Azad Huseyîn Yilmaz ve hate kirin. Di daxuyaniyê de cî hat dayîn van peyvan;
"Kongreya Mezin a Sirûştî a Yekem a Partiya Doza Azad dê bi rojeva li jêr di 30ê Hezîranê Roja Yekşemê Se’et 10an li Ankarayê li Anadolu Gosterî Ve Kongre Merkezî bê lidarxistin.
Heger ji bo hilbijartina serekê giştî piraniya dengan neyê bi destxistin wê demê dê civîna duyem pey 15 rojan li Merkeza Giştî a Partiyê bê lidarxistin. Hemî gelê me dawetkiriyê kongreya me ye.” BANGAHEQ