Huda Par: “Em Li Gel Mûrsî Nin”
Li ser darbeya eskerîya Misrê partiya Doza Azad Huda Parê beyanatek weşand. Di beyanatê de hat îfadekirin ku, li gel Mûhemmed Mûrsîyê serekcimhûrê meşrû ne û destekê didin micadela xelkê Misrê yê alîgir û terefdarên Mûrsî.
Beyanat ji merkeza giştî ya Huda Parê hat weşandin. Di beyanatê de wiha hat gotin “Şola eskeriya Misrê, di tarîxa Misrê de darbeyeke eskerî ye ku li ber serekcimhûrê sivîl yê ewil yê Misrê hatiye rastkirin. Ev darbe li ber îrada xelkê Misrê ya ku ji nîvê zêdetir deng dabûn Mûrsî ye. Ev eskeriya cûntayê, di bin xizmeta emperyalîst û sîyonîstan de ye. Em pê bawer in ku wê gelê Misrê, tiştên pey xistina Mubarek bidestxistine, wê li ber vê cûntayê jî, ji bo parastina wan tiştê ji destê wan bike.”
Di dewamiya beyanatê wiha hat gotin “Qewirandina vê darbeya eskerî, ji sernixunkirina Mubarek giringtir e. Li ser darbeya eskeriyê, şol û tewra rojava û Emrîka jî minafiqtî ye. Li ku be bila bibe, em naxwazin ku esker tevlî siyasetê bibe û darbeyên eskerî biqewimin. Divê hikûmet teşebbusên xwe yên di warê navnetewî de zêdetir bike.” (Bangaheq)