Esed: Rojhelata Navîn Bermîla Barûdê ye
Şandeyê taybet yê Rojnameya Fransî, Le Figaro, bo Şamaê, Georges Malbrunot hevpeyvînek awarte bi serokê Sûriyê Beşar el-Esed re kir. Di hevpeyvînê de, Esed got ew aliyên ku me bi bikaranîna çekên kîmyayî tometbar dikin divê nîşanên vê tometê pêşkêş bikin.
Esed herwiha got Rojhelata Navîn bermîla barûdê ye û îro agir jê ve nêzîk dibe. Nabe tenê behsa bersiva Sûriyê were kirin divê behsa wê yekê were kirin ka piştî derba yekem, dê çi biqewime.
Li ser pirsa gelo tu dikare ji me re piştrast bike ku artêşa te dest ne avêtiye çekên kîmyayî di 21ê tebaxê de li derdora Şamê ku di êrîşê de bêhtirî hezar kesî hatibûn kuştin, weke ku Barack Obama û François Hollande te bi vê yekê tometbar dikin?
Esed di bersiva xwe de got: Ew aliyên ku me bi bikaranîna çekên kîmyayî tometbar dikin, divê nîşanên vê tometê pêşkêş bikin. Me tehdaya Amerîka kir eger karibe tenê yek nîşanê pêşkêş bike. Obama û Hollande nikarîbûn vê yekê piştras bikin heta li pêş gelê xwe jî,(...) ez qet nabêjim ka ev core çek di dest artêşa Sûriyê de hene yan na. Lê ka em bêjin ku artêşa me xwestiye çekên komkujkar bikar bîne, gelo dibe ku vê yekê di navçeyeke ew tê de bike û serbazên wê bi van çekan birîndar bibin, weke ku lêkolerên Neteweyên Yekbûyî dîtin dema ku serdana nexweşxaneya ew tê de tên dermankirin kirin? Ka lojîk?
Li ser pirsa, bersiva wî dê çi be, dema ku derba leşkerî arasteyî welatê wî were kirin.
Esed got: Rojhelata Navîn bermîla barûdê ye û îro agir jê ve nêzîk dibe. Nabe tenê behsa bersiva Sûriyê were kirin divê behsa wê yekê were kirin ka piştî derba yekem, dê çi biqewime. Bi rastî, kes nizane dê çi rû bide. Dema bermîla barûdê bi teqe, kes dê nikaribe rewşê kontrol bike. Tevlihevî û tundxwazî dê belav bibin, Û egera şerekî Herêmî jî heye.
Li ser bersiva, gelo Fransa bûye welatekî dijmin bo Sûriyê?
Esed weha bersiv da: Her aliyê beşdarî piştgiriya diravî û leşkerî ya terorîstan bibe, ew dijminê gelê Sûriyê ye. Her aliyê dijî berjewendiyên Sûriyê û welatiyên Sûrî kar bike, ew dijmin e. Gelê Fransayê ne dijminê me ye, lê siyaseta Dewleta wî li dijî gelê Sûriyê ye, v dewlet dê dijminê wî be. Ev dijîtî dê rabe dema ku dewleta Fransayê siyaseta xwe biguhêre, bê guman dê encamên nerênî yên vê yekê li ser berjewendiyên Fransayê hebin. (RUDAW)