'Nımêj Rohnayî Ya Çavêmıne'
Komela Îhsan-dera Nîzîpa ‘Intabê, li herême bi xebatên xwe yên Îslamî tê naskirin. Komelê bi navê “Nimêj rohnayî ya çavêmine” bernameyek lidar xist.
Bername ji zarê Îbrahîm Xelîl Yildirim ve bi xwendina Qur’ana pîroz dest pê kir.
Endamê komala Îhsan-derê Mehmet faîk Doğan xeberdana destpêkê kir û bername bi xwendina merş û îlahîyan dewam kir.
Di bernameyê de mela Cemal Çinar axivî û behsa grîngîya nimêjê kir.
Bername bi zarê Alî Ateşçî ve bi xwendina Dûayê qedîya.(Bangaheq)