Ji bona xatirê Yasîn û hevalên wî qampanyaya qurbanê
Ji teref Platforma Alîkarîyê ya Kerwana Umûdê ve di warê belavkirina goştên qurbanan de qampanyeke bi navê ‘Ew Goştên ku Yasîn Boru Nikaribû Bigîhêjîne Feqîran Hûn bigîhêjînin’ hat destpêkirin.
Platforma Alîkarîyê ya Kerwana Umûdê ya ku ji bona malbatên jar û feqîr alîkarîyê dike qampanyake bi navê’Ew goştên ku Yasîn Boru nikaribû bigîhêjîne feqîran, hûn bigîhêjînin’ da destpêkirin.
Kordînatoorê Diyarbekirê ya Platforma Alîkarîyê ya Karwana Umûdê Fîkrî Karavîl di derbarê qampanyaya ku dana destpêkirin de wiha destnîşankir : “Me vê qampanyayê ji bona xatirê Yasîn Boru û hevalên wî da destpêkirin. Ew Yasîn û hevalên wî yên ku sala borî dema ku goştê qurbanana belav dikirin ji teref kesên HDP/PKKyîyan ve hatibûn qetilkirin .”
Karavîl axavtina xwe ya di derbarê qampanyayê de wiha domand: “ Her wek ku tê zanîn ew wehşeta ku di 6 û 8ê cotmehê de pêk hatibû li temamê dinyayê deng vedabû. Ew birayên me hewl dan da ku li gor quweta xwe alîkarîya feqîr û hewcedaran bikin. Û ji bona vê armancê xebatên xwe yên alîkarîyê domandin. Ew birayên me di rêya van xebatan de şerbeta şehadete vexwarin. Me jî ji bona xatirê van birayên xwe yên ku şerbeta şehadete vexwerine qampanyaya ‘Ew goştên ku Yasîn Boru nikaribû bigîhêjîne feqîran, hûn bigîhêjînin’ da destpêkirin.
“Ew goştên ku Yasîn nikaribûn belav bikin em bi hevdû re belav bikin”
Karavîl wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Em bi vê qampanyaya ku me daye destpêkirin gazî temamê sazîyên alîkarîyê dikin. Werin ew goştên ku Yasîn nikaribûn belav bikin em digel hevdû belav bikin.Werin hûn jî di vê vê xizmeta ku Yasîn di rê ya wê de bi fedakarî xebitînê de bibin hevpar.Werin em bang bikin ku Yasînan canê xwe di rêya Xwedê de bi mucadelê feda kirin.Werin em vê rastîyê ji temamê dinyayê re îlan bikin.”(ÎLKHA)