Li Îtalyayê misliman li dijî terorê meşîyan
Li Mîlanoya bajêra Îtalyayê bi sedan misliman li Meydana San Babîlayê bi slogana ‘ Îslam Aşîtî ye’ li dijî terorê meşîyan.
Mislimanên ku li Îtalyayê dijîn doh di derdora seat 15.00an de li Meydana San Babîlayê li dijî terorê meşîyan û destnîşan kirin ku îslam û teror divê wek hev neyên hesibandin.
Di mêşa ku hat lidarxistin de hat diyarkirin îslam aşîtî ye. Di meşe de pankartên ku bi zimanên îngilîzî û îtalyayî li ser wan nivîsên mîna ‘ Dînê terorîzmê tune ye, Ne li ser navê min, Îslam aşîtî ye, Ji tundîyê re na’ hatibûn nivîsandin hatin hilgirtin.
Nêzî 3 hezar kesî tevlî meşê bûn, her wiha çapemenîya Îtalyayê eleqeyeke mezin nîşanî meşê da. Melayê Camîya DÎTÎB ê Mîlanoyê Yûsif Arslan di derbarê rojevê de wiha axivî: “Îslam dînê aşîtîyê ye. Îslam û teror nikare bi hevdu re werin bibîr anîn.”(ÎLKHA)