Êdî dengê me bibîhîzin!
Mela Hamdîn Zengînê ku berî vê 25 salan lawê wî ji ber xizmetên xwe yên Îslamî ji teref FETOyîstan ve bi kumpas û komployan hatiye girtin daxwaz kir ku lawê wî yê bi navê Ebdullah ji nû ve bê darizandin.
Mela Hamdîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir lawê wî dema ku 17 salî bû hatiye girtin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev 50 îd e ku di girtîgehê de ye.Dema ku em diçin ziyareta lawê xwe em gelekî zehmetî û tehdayiyê dikşînin.Dek û dolaban anîn serê lawê min.Lawê min bi kumpasên FETO û 28 Sibatê hat girtin.Me gelek zêde kişand.Em vê rewşa xwe ji Xwedê re hewale dikin.Ez dixwazim lawê min ji nû ve bê darizandin.Ez bang li Serokomar, Serokwezîr û Wezareta Edaletê dikim.Ev FETOyîst ceza dan lawê min lê belê ev hakim û dozger hatine girtin.”
Dê Fatma Zengîn jî di derbarê mijarê de destnîşan kir lawê wê ev bû 50 îd ku di girtîgehê de ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez bang li Serokomar û Serokwezîrî dikim.Ez dixwazim ev mexdûriyet demildest ji rastê bê rakirin.Êdî bila ji vê hesretê re dawî bê anîn.”(ÎLKHA)