Qetlîama Enfalê nehatiye jibîrkirin
Bi minasebeta salvegera 29 emîn Qetlîama Enfalê ji bo herî kêm 100 hezar Kurdên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn li Herêma Germiyana Kurdistana Iraqê bernameya yadkirinê hat lidarxistin.
Li Herêma Kurdistana Iraqê bi minasebeta salvegera 29 emîn Qetlîama Enfalê ji bo herî kêm 100 hezar Kurdên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn bername tên lidarxistin.
Xizmên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane, destnîşan kirin ku hêj pirraniya faîlên qetlîama Enfalê nehatine darizandin û ji Mehkemeya Bikind a Iraqê daxwaz kirin bila biryarên di derbarê qetlîama Enfalê de werin tetbîqkirin.
Operasyonên ku di bergeha Qetlîamên Enfalê ya ku ji 8 qonaxan pêk dihat de di Sibata 1988an de koçkirin dest pê kiribû. Operasyona Enfalê ya ku li her derên Kurdistanê dihat lidarxistin di 14ê Nîsana 1988an de giha asta herî bilind.
Mehkemeya Cezaya Bilind a Iraqê, di sala 2007an de di derbarê operasyona Enfalê de biryar da ku ev operasyona li dijî Kurdan pêk hatiye komkuj e. Ji ber vê yekê di derbarê kesên ku beşdarê operasyona Enfalê bibû de lêpirsîn da destpêkirin û bi sedan kes hatin girtin.
Operasyonên ku ji teref rejîma Baasê ve hat lidarxistin ji 8 qonaxan pêk hatibû û di encama van operasyonan de gor hinek çavkaniyan herî kêm 180 hezar însan jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 100 hezar jinebî, bi 10 hezaran êtîm û nêzî 20 hezaran jî windabûn çêbû. her wiha gor hinek çavkaniyan ji 4 hezar û 665 gundên li Herêma Kurdistana Iraqê 4 hezarê wê bi komkujiya Enfalê hat serûbinkirin. Hezar û 800 dibistan, 300 nexweşxane, 3 hezar mizgeft û 27 dêr hat xerakirin. Di encama vê yekê de Herêma Kurdistana Iraqê bû wekê kavil.
Parlementoya Kurdistanê, 14ê Nîsanê wek bibîranîna Qetlîama Enfalê îlan kiriye. (ÎLKHA)