HUDA PARê encamê referandûmê nirxand
HUDA PARa ku di derheqê encamên referandûmê de nirxandinan kir destnîşan kir di dîroka Tirkiyê de cara ewil bêyî tesdîqa Xerb, Xerbî û olîgarşiya burokratîk hetta digel ku li dijî disekinîn guhertina pergelê çêbûye.
Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hatiye dayîn de hat ragihandin digel pergela nû dê pergela parlamenteriyê bê rakirin, heyama koalîsyonan bi dawî bibin û dê mişkîleya du serî ji holê rabe.
“Me helwesteke dîrokî nîşan da û di warê paşvexistina wesayeta navneteweyî, heremî û kuresel de bûn xwediyê erkeke girîng”
Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin HUDA PAR qet neketiye nava bazarî û hisabên biçûk û ji bo silamet û qenciya welêt tiştê ku li ser wî diket bi cî aniye. Dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Me helwesteke dîrokî nîşan da û di warê paşvexistina wesayeta navneteweyî, heremî û kuresel de bûn xwediyê erkeke girîng. Di dema pêvajoyê de bi daxuyaniyên ku ma de me xwe ji gotinên ku dê bibin sedema bereberiyê mihafeze kir û me hewil da da ku zimaneke ku di çarçoveya biratî û digelheviya civakê de bi kar bînin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin encamên referandûmê peyamek daye û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Encamên refendandûmê ji muxalefet û saziya siyasetê re nîşan daye ku xelk terefdarê guherînê, terefdarê çareserkirina mişkîleyan bêyî ku pevçûn çêbibin e û dîsa nîşan daye ku xelk ne terefdar e ku siyaseteke ku bibe sedema berberî û dabeşkeriyê . Ji bilî van di netîcê de dîsa encam diyar kirine ku xelk digel cudahiyên xwe riya jiyana digelhev bijartiye.”
“Divê nasnameyên qewmî û baweriyên cûda bên nasîn”
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin divê ji berberiyê dûr bê sekinîn û temamê blokên civakî bên muhatabgirtin. Dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Divê nasnameyên qewmî û baweriyên cûda bên nasîn; divê ewlehiya nesl, eql, mal, can û dîn a hemû kesî têxin bin temînatê û divê di çarçoveya edaletê de digel serdestiya hiqûqê civakeke Hur û Adil bê tesîskirin. Digel temamê neyîniyên ku tên jiyan tercîha siyasî ya xelkê Kurd a ku wesayeta çekdar a heremê red dikir baş bê xwendin. Divê ji zimanê hamasetê dûr bê sekinîn û di înşaya Tirkiyeya nû de telebên bi heq û meşrû di tu şertî de nebin behsa bazariyê û ev yek bên tedarikkirin.”(ÎLKHA)