Hamas vîzyona xwe ya nû eşkere kir
Serokê Buroya Sîyasî ê Hamasê Xalid Meşal vîzyona xwe ya nû eşkere kir.
Serokê Buroya Sîyasî yê Hamasê Xalid Meşal li Doxaya paytexta Qatarê civîna çapemeniyê li dar xist. Meşal di civîna ku lidarxist de di derheqê vîzyon û belgeya siyaseta nû ya Hamasê de daxuyanî da.
Meşal di berdewama axavtina xwe de diyar kir haziriyên belgeya siyasetê ya Hamasê berî vê 4 salan dest pê kiriye û ev belge nêrînên temamê pêşaweyên nava welêt û li derveyê welêt di nav xwe de dihewîne.
Meşal diyar kir vîzyona nû ya ku hatiye amadekirin ji 42 maddeyan pêk tê û ev kitêba ku hatiye amadekirin dê ji kesên dixwazin siyaset û nêrîna Hamasê hîn bibin bibe alîkar. Meşal her wiha diyar kir ev maddeyên ku hatine amadekirin diyar dike ku harekatê wan ji guherînê re vekirî ne.
Hamas di maddeya ewil a metna ku hatiye amadekirin de xwe wisa dide nasîn: “Hamas Hareketa Berxwedana Îslamî, li dijî projeya sîyonîst micadele dike û armanc dike ku Fîlîstîn bê rizgarkirin, Hamas di her gavên xwe de ji xwe re Îslamê referans digre.” Meşal ji bo vê maddeyê destnîşan kir Hamas ji hêla fikrî ve şaxeke Îxwanê ye lê Hamas rêxistineke xweser a Filîstînê ye.
Meşal di berdewama daxuyaniya ku da de diyar kir di nav sînorên 1967an de avakirina dewleta Fîlsîtînê nayê wateya ji mafên Fîlîstînê tawîzdanê.
Meşal di derheqê banga Hamasê ya ‘tunekirina îsraîlê’ de jî diyar kir “Hamas diyar dike ku micadeleya wan ne bi Cihûyan re ye bi projeya sîyonîst re ye.”
Meşal diyar kir Hamas hemû cûr proje û teşebûsên ku pê hedefkirin meseleya penaberên Filîstînê tasfiye bike red dike û ew ê vegerîn li Filîstînê çêbibin.(ÎLKHA)