Divê bermayiyên FETO ji MEBê bên paqijkirin
Serokê Şaxa Entabê yê Egîtîm-Bîr-Senê derheqê heyama perwerdekarî û hîndekariyê ya ku dê roja duşemê dest pê bike de nirxandinan kir diyar kir divê bermayiyên FETO ji MEBê bên paqijkirin.
Ahmet Gokê Serokê Şaxa Entabê yê Egîtîm-Bîr-Senê derheqê heyama perwerdekarî û hîndekariyê ya 2017-2018an a ku dê roja duşemê dest pê bike de nirxandinan kir. Gok di nirxandina xwe ya ku kir de derheqê pergela perwerdehiyê de agahiyan da.
Gok di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir ew rêziknameya cil û bergan a ku ji ber darbê maye hêj di mertiyetê de ye û dû re wiha got: “ Divê bermayiyên FETO ji MEBê bên paqijkirin, lewra hêj di wan kitêbên MEBê de şopên FETO hene. Divê ev şop bên rakirin û kitêbên dersê bên nûkirin. Her wisa divê ew rêziknameya cil û bergan a ku ji ber darbê maye hêj di mertiyetê de bê rakirin û bê nûkirin.”(ÎLKHA)