Hamas li Qahîrê bi Fetîh re li hev kir
Hat ragihandin li Qahîrê di navbera Hamas û El-Fetîh de lihevkirin çêbû.
Ew hevdîtin û gotûbêjên ku roja sêşembê bi navginiya Misirê hatibûn destpêkirin bi dawî bûn, di encama hevdîtinan de Hamas û El-Fetîh li hev kirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Serokê Buroya Siyasî yê Hamasê Îsmaîl Heniyye ve hatiye dayîn de hat gotin “ Îro di wextên şeveqê de di navbera Hamas û El-Fetîh de hevpeymaneke bi rûmet hat kirin.
Di daxuyaniya hevpar a ku ji teref Hamas û Fetîhê ve hatiye dayîn de jî hat diyarkirin ew hêvî dikin li go danezana berê bê hereketkirin û ev rûhê musbet bê temamkirin. Di berdewama daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin hevdîtin gelekî xweş derbas bûne.(ÎLKHA)