Di 78 salîya xwe de gihaşt xeyala xwe ya xwendina Qur’anê
Li Entabê dapîra Sûltan Nokay, ya ku 78 salîye di gel emrê wê yê mezin ev 3 mehê wê ye bi ezm û îrade diçe kursa Qur’anê û dixwaze hînê xwendina Qur’ana Pîroz bibe. Kesên ezmê dapîra Sûltan dîbînin jê re heyran dibmînin.
Dapîra Sûltan Nokaya 78 salî bi ezm û îrade diçe kursa Qur’anê û hînî xwendina Qur’ana Pîroz dibe. Dapîra Sûltan bi ezm û îradeya xwe ji ciwanan re dibe mînak.
Dapîra Sûltan beşdarî kursa Qur’anê ya ku ji teref Şaredarîya Şahînbeyê ve li tesîsa Mehmet Akîf Ersoy hatibû vekirin bû û ji ber ku îxtîyare nikare bi tena serê xwe biçe kursê û bi alîkarîya cîranê xwe diçe kursa Qur’anê û bi ezm û îradeya xwe ji ciwanan re di be mînak.
“Ez rojên xwe tevî bi xwendina Qur’ana Pîroz derbas dikim”
Dapîra Sûltana 78 salî îfade dike ku ji ber wê di ciwanîya xwe de Qur’an nexwendiye wek kulekê di dilê wê de mayîye. Dapîra Sûltan ev 3 salê wê ye diçe kursa Qur’anê û hînî xwendina Qur’ana Pîroz dibe. Dapîra Sûltan îfade kir ku dema ew Qur’anê dixwîne pir dikeve kelecanê ji ber vê yekê ew rojên xwe tevî bi xwendina Qur’anê derbas dike.
Dapîra Sûltan destnîşan dike ku ew bi ezm û îradeya xwe ji bo ciwanan dibe mînak û digel ew nexweşe jî her roj diçe kursê û hînî xwendinê dibe. Kesên ezmû îradeya dapîra Sûltan dibînin ew jî diwazin hînî xwendina Qur’ana Pîroz bibin û wiha got: “Mala Xwedê ava be ez bi kêf û coş tim vir û hînê xwendina Qur’anê dibim. Ji ber ku ez îxtîyar bûme ez bi zor û zehmetîyan têm vir. Mamosteyên me eleqeyek mezin nîşanî me didin. Heger mamosteya me bi me eleqedar nebûna emê nehatana. Mamosteyên me ji bo em werin vir ji me re dibin alîkar.”
“Di ciwanîya xwe de îmkanê me yên hînbûna xwendina Qur’anê tinbû”
Dapîra Sûltan di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku ji ber ew di ciwanîya xwe de hînî xwendina Qur’anê nebû ev yek wek kulekê di dilê wê de maye û wiha got: “ Di ciwanîya me de îmkanên me yên ku em hînî xwendina Qur’ana Pîroz bibin tinebû. Li gundê me mizgeftek tenê hebû. Ji bo zarokên lawik kurs hebû lê belê ji bo zarokên keçik kurs tine bû. Piştî em zewîcîn em hatin memleket. Dema em li gund bûn, tenê me karê malê dikir û me li zarokan dinerîn. 7 zarokên min hene. Tu kurs tinebûn. Ji ber vê yekê em hînî xwendina Qur’anê nebûn.”
“Ez îxtîyarim lê belê ji bo hezkirina Qur’anê tiştek nayê ber ça vê min”
Dapîra Sûltan destnîşan kir ku ez îxtîyarim lê belê ji bo hezkirina Quranê tu zor û zehmetî nayê berçavê min û wiha got: “Dema ev kursa Qur’anê vebû ez jî ji bo hînî xwendina Qur’ana Pîroz bibim hatim vê kursê. Demekê ez emelîyat bûm bin navber dayê. Belê ez îxtîyarim lê belê ji bo hezkirina Qur’anê tu tiştek nayê ber çavên min. Dema ez têm vir ez hizûrê dibînim. Ez nikarim li malê bisekinim. Dema ez li malê rûdinîm ez bêrîya kursê dikim. Dema ez têm kursê ez zehmetîyan dikşînim lê belê hemd ji Xwedêre ez dîsa têmê. Ji ber ku ez hîni xwedina Qur’anê dibim ez zaf bextewarim. Ez çawa ji Xweda û Resûlê wî Hz. Mûhemmed hez dikim ez ewqas jî ji Qur’anê jî hez dikim. Ma min jê hez ne kira minê çawa ewqas zehmetî bikşan da? Ji ber ku ez ji Qur’anê hez dikim ez bi vî halêxwe yê îxtîyar bi gopalê xwe têm vir.”
“Hînbûna kelamê Xwedê di vî emrî de bû nesîb”
Dapîra Sûltan Nokayê di dawîya axaftina xwe de îfade kir ku ciwanên tên kursê wê ji xwe re mînak digre û ev jî wê zaf mesrûr dike û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Êdî li her derê kursên Qur’anê hene herin û hînî xwendina Qur’anê bibin. Firsetek me ya wisa çê ne bû. Hînbûna kelamê Xwedê di vî emrî de bû nesîb. Xwedê hînbûna Qur’ana Pîroz bike nesîbê hemû kesan. (ÎLKHA)