'Kurd edaletê dixwazin'

'Kurd edaletê dixwazin'

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê di bernameya ku beşdarî bû de derbarê Kurdan de diyar kir “Kurd edaletê dixwazin. Qewmên din çanda xwe çawa dijîn, Kurd jî dixwazin wisa bijîn.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di Rehber TVyê de beşdarî bernameya “Rehber Gündem”ê bû û derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir. Saglam di nirxandina xwe ya ku kir de balan kişand li ser meseleya Kurd û destnîşan kir “Kurd edaletê dixwazin. Qewmên din çanda xwe çawa dijîn, Kurd jî dixwazin wisa bijîn.”

“Serokomar dayîna heqên Kurdan bi berdana çekan a hinekan ve girê da”

Saglam di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir  Tirk û Kurd damezrînerên eslî yê vê dewletê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Serokomar bo çareserîyê îredeyek nîşan da.Lê belê vê yekê li ser bingehên xelet avêt. Dayîna heqên Kurdan bi berdana çekan a hinekan ve girê da. Ger heqek hebe divê ew heq bêyî ku bê xwestin bê dayîn. Ger hinek bixwazin û bo vê yekê ew heq bên dayîn wê demê ew ê bê gotin ku min bi zorê ew heq standin. Divê ew heqên bingehîn ên ku heqê kesan in bêyî ku bên xwestin bên dayîn. Ev yek nehat kirin. Di netîcê de weke ku hûn dibînin em hatin serî. Rê negirtiye. Ger serokomar vê îradê berî niha nîşan dabe, dikare cardin nîşan bide. Ez naxwazim bes derbarê Kurdan de xeber bidim. Gelek zilm li Kurdan hatin kirin. Ev yek bes bi Kurdan re ne eleqedar e. Divê ev yek wek mafê însanî bê dîtin.  Di dîroka Îslamê de, Osmanî û Selçûqîyan çawa kiribin em jî dikarin wisa bikin û wek bira pêkve dijîn. Ew bi sedsalan di warê qewmîyetê de bi hev re şer nekirin.”

 “Kurd edaletê dixwazin”

Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê temamê wan kesên ku li vî welatî dijîn wekhev bijîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kurd edaletê dixwazin. Qewmên din çanda xwe çawa dijîn, Kurd jî dixwazin wisa bijîn. Ew gotina di makeqanûnê de 'Hemû kesên li Komareya Tirkîyê Tirk in' gelekî kevnare ye.  Divê em terka gotina ‘Kurd, Tirk û Çerkez’ tev Tirk in berdin. Berî vê sedsalan tu kesî vê yekê nedigotin. Em dikarin vê yekê bînin li ser sehra berê. Xala herî tarî ya reşahîyê wextê ku herî nêzî şefeqê ye.  Sedema herî muhîm û sereke ya bilêvkirina vê yekê bêyî ku me zirarê bidin hev û bêyî ku însanên me winda bibin dawî li vî karî bînin. Divê em ji pênasên bêmane xwe xelas bikin. Em bibêjin li vî welatî hemû ‘welatî wek hev in.’ Li vî welatî gelek qewmên ji hev cuda dijîn. Ev dewlemendî ye.”

 “Bila însan ji wan kesên derveyî malê neyên hesibandin”

Saglam di dawîya axavtina xwe de diyar kir  navê vî qewmî ne Kurd bana û navekî din bana em ê dîsa vê meselê xeber bidana. Saglam dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Em vê yekê wek amûrê hilbijartinê nabînin, ev yek li gorî me mafê însanî ye.Ev yek dikeve nava sînorên însanî. Divê temamê wan kesên ku ji destên wan tê ku di vî warî de tiştinan bikin gav bavêjin û tiştinan bikin. Bila însan ji wan kesên derveyî malê neyên hesibandin ango bila çavê xerîban li însanan neyê mêzandin. Niha Kurd li 3-4 welatan belav bûne. Tev wek problemê dîtin. Ew kesên ku di wextê wê de ev sînor xêz kirine bi zanebûn vê yekê kirine. Dixwazin welatan têxin bin fermanê xwe. Divê însanên me êdî nebin maşik. Ger em bi çavê însanî li vê meselê binêrin bi izna Xwedê problem di holê de namîne.” (ÎLKHA)