'Bi polîtîka û gotinên hamasî li Qudsê xwedî nayê derketin'

'Bi polîtîka û gotinên hamasî li Qudsê xwedî nayê derketin'

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Yavuz di daxuyanîya ku da de destnîşan kir bi polîtîkayên bêferaset û bêbesîret û bi gotinên hamasî li Qudsê xwedî nayê derketin ku pêdivîya wan komên berxwedanê yên ku Qudsê mudafaa dikin bi alîkarîya leşkerî heye.

Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê HUDA PARê di daxuyanîya ku derbarê rojevê da de nirxandinên girîng kir. Yavuz di daxuyanîyê de derbarê rewşa Yemenê de diyar kir pêwîst e li Yemenê çareserîyeke siyasî bikeve dewrê.

 “Em bang li hemû kesan dikin da ku di warê Qudsê tiştê ku ji destê wan bê bikin”

Yavuz di daxuyanîya xwe de derbarê geşedanên dawî yên ku li Qudsê rû didin de diyar kir hilweşîna Mescîda Eqsa ew ê di nav Mislimanên cîhanê de înfîal derkeve û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Azadîya Qudsê tê wateya azadîya Kurd, Tirk û Ereban.  Netanyahuyê qaşo serokwezîrê  rejîma siyonîstan  çû Ummanê û dû re jî qaşo wezîrê wan yê werzîşê ji ber ku werzîşwanekî wan di beşekê de serkeftinê bi dest xistiye diçe Mîrnîşîyên Ereban ên Yekbûyî û li wê derê marşa rejîma siyonîst tê xwendin. Ew marşa ku li welatekî ku xelkê wê Misliman e hatiye xwendin tê vê wateyê ‘Rihê cihûyekî hêj bi hesret bendewar e, çavekî ku li dawîya rojhilatê dinêre her tim li benda hatina siyon e. Hêvîya du hezar salane; ji bo em li ser axên xwe azad bibin  û ji bo li ser axên siyon û li Qudsê…’ Ger em tiştekî jî nizanibin peyvên vê merşê hemû tiştî diyar dike.”

 “Di sala 1917an de pêvajoyeke fermî dest pê kir”

Yavuzê ku got di sala 1917an de xençereke bi jehr di qelbê dinyayê de hat çikandin di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Lord Arthur Balfour bi nameyeke ku ji 67 peyvan pêk dihat  xançereke bi jehr bes ne di qelbê alema Îslamê her wisa di qelbê dinyayê de çikand. Em bang li her kesî dikin da ku dest bavêjin vî karî.  Ger Quds êsîr bikeve dê Tirkistan jî, Kurdistan jî û Erebistan jî êsîr bikeve. Ger îro statuyek ji xelkê Kurdê ku ji xelkên herî qedîm a alema Îslamê ye re nehatibe dayîn, ji sedema vê yekê ya herî girîng  ew e ku beşeke muhîm a axên Kurdistanê  di nav wan axên siyonê de ne. Her wisa divê em wa n birêveberên bêbesîret ên herêmî jî bikin hisabê. Azadîya Qudsê tê wateya azadîya Kurd, Tirk û Ereban. Xulasa tê wateya azadîya temamê însanîyetê.”

 “Bes bi gotinên li Qudsê nayê xwedî derketin”

Yavuzê ku di berdewama axavtina xwe de di bîran xist Quds bo Mislimanan meseleyeke îtîqadî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Quds bo me bes ne xeza sor e; bi heman awayî meseleyeke îtîqadî ye. Rebbê me ji me re dibêje divê li vê derê xwedî bê derketin. Em hewl didin projeyên ku li ser vê derê tên amadekirin deşîfre bikin. Em bi vê şiûrê hereket dikin. Ger rojekê xelkê ji me re teweccuh bike û Rebbê me destûrê bide em ê berê artêşa vê milletê bidin Qudsê. Bi polîtîkayên bêferaset û bêbesîret û bi gotinên hamasî li Qudsê xwedî nayê derketin. Ev yek teqez e: Siyonîzm  bes ne li ber aştîya erdnigarîya Îslamê bi heman awayî li ber aştîya dinyayê jî asteng e.”

 “Ger Quds bikeve dê Diyarbekira bajêra sehabîyan û Stenbola bajêra ewlîyayan jî bikeve”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir  temamê wan kesên ku berberî di nav wan de heye mukellef in ku li ser Qudsê sefên xwe bikin yek û dû re wiha got: “Sîsîyê xwedî rihê koledar û Mahmut Abbas hatin bal hev û meseleya veguhastina Xazzê li Sîbayê gotûbêj kirin. Heta ku li Xazzê berxwedan hebe dilê siyonîstan ne rihet dibe. Siyonîst dixwazin ku Xazzê bidin valakirin û qismekî Şerîaya Xerbê jî biveguhezînin Girava Sînayê. Ev yek ji îxaneta Peymana Camp Dawîdê îxaneteke mezintir e. Enwer Sedatê ku ji fîrewnên Misirê ye, di sala 1978an de siyonîstan wek dewletekê qebûl dike û îmzeya xwe davêje bin îxaneta ku li alema Îslamê kir. Divê alema Îslamê dev ji wan îxtîlafên di nav xwe de berde. Temamê wan kesên ku berberî di nav wan de heye mukellef in ku li ser Qudsê sefên xwe bikin yek. Ger Quds bikeve dê Diyarbekira bajêra sehabîyan û Stenbola bajêra ewlîyayan jî bikeve.”(ÎLKHA)