Wekîlê Bdpê Birîndar Ket
Li bajarê Yozgatê nêzîkê Akdağmadenî qeza qewimî. Di qezaya trafîkê a qewimî de Wekîlê Bdpê yê bajarê Agirî yê Halîl Aksoy birîndar ket.
Li gor xeberên hatine sitendin otomobîla ku bi bal îstîqameta Anqarayê ve diçû û Halîl Aksoy dajote, li ser rêya Sêwas û Yozgatê nêzîkê qeza Akdağmadenî ji kontrola şifirê xwe derkete û qilubî.
Aksoyê ku di qezayê de birîndar ket, ji alî welatiyan ji wasîteyê hat deranîn û bi ambûlansê hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Bajarê Yozgatê.
Di mu’ayena ‘ewil de hat tespît kirin ku, piyê wî yê rastê û pozê wî şikiya ye û ji serî derbe xwariye. Rayedaran beyan kirin ji bo Aksoy bi sedem vê qezayê talûka mirinê vêga nîne. (Bangaheq)