Welat Bi Muhemmed (e.s.w) Heyat e
Platforma Evîndarên Pêxember li Osmaniye, Bazîd û Patnosa Agirî, Sason û Qûbîna Batmanê û li Hîzana Bedlîsê bernameyên mewlûda pêxember li dar xistin.
Platformê dixwest ku li Osmaniyeyê, bernameyê li meydanê li dar bixe. Feqet walîtiyê destûr nedayê. Ji lew bernameya mewlûdê li merkeza kulturê ya Ahmet Şekîp Ersoyê hat rastkirin.
Pey xwendina Quranê, Grûba Îhyayê îlahiyên xwe pêş kirin û mewlûd xwend. Salih Demîr di xeberdana xwe de ji heyata pêxember hinek nimûne pêş kirin. Dûre îlahiyatvan Ebdullah Tokuş, li ser heyata hz. Resûlullah peyivî. Bername bi duayê qediya.
Li Bazîda Agirî, bernameya mewlûdê, ji devê Cafer Guven bi xwendina Quranê dest pê kir. Hunermendên Grûba Wehdetê mewlûd û îlahî xwendin. Serokê şûbeya Cemiyeta Mustezefan M. Elî Ortaç, bi kurdî xeber da.
Mehmûd Akgun jî bi tirkî peyivî. Dan zanîn ku hz. Resûlullah ji bo hîdayeta însaniyetê hatiye şandin. Pey xeberdanan, şanoyeke tiyatroyê hat lîstin. Bername bi duayê bi dawî bû.
Her wiha li Patnosa Agirî jî coş û sewda Muhemmedî hebû. Yakûp Kaya xoce Quran xwend, hunermendan jî mewlûd û îlahî xwendin û millet coş kir. Tekbîr û selewat qut nebûn. Di bernameyê de Şaban Gökhan bi tirkî xeber da. Adnan Ökten jî bi kurdî axivî. Behsa ehemmiyeta rêya Quran û sunnetê kirin. Bername bi duayê qediya.
Li Sasona Batmanê komela Rahmet Pinarê, li meydana Mewlûdê bername li dar xist. Pey tîlaweta Qurana mubîn, hunermendan îlahî û mewlûd xwendin. Millet bi xwendina mewlûdê hestiyar bû.
Di bernameyê de Mehmet Dûyû bi tirkî li ser heyata Resûlullah peyivî. Mehmet Alî Altûn xoce jî, bi kurdî xeber da. Îfade kirin ku divê misluman bidin dû rêya Resûlûllah. Bername bi duayê bi dawî bû.
Li Qûbîna Batmanê jî milletê baz da eşqa pêxember. Quran û mewlûd hatin xwendin, îlahî û helbest hatin gotin. Serokê komela Îmam Xetîb-Derê Mela Osman Teyfûr bi kurdî xeber da. Perwerdekar Adnan Akgönül jî bi tirkî axivî.
Beyan kirin ku heyata Resûlullah û eshabên kîram, ji bona mislumanan nimûne û mîsal in. Millet bi îlahiyan coş bû, bername bi duayê qediya.
Dîsa li Hîlwana Rihayê cara 5an bernameya mewlûdê hate lîdarxistin. Ji devê Îbrahîm Dûrmaz ve, bi xwendina Quranê bernameyê dest pê kir. Hunermendan bi îlahî û mewlûdê millet coş kir. Mela Mufît Yaray li ser ehemmiyeta Quran û sunnetê xeber da. Mela Îsmaîl Çevîk jî bi tirkî peyivî. Bername bi xwendina duayê qediya.
Li Hîzana Bedlîsê li memleketê Bedîuzzeman Seîd Nûrsî, bernameya mewlûdê hat rastkirin. Pey xwendina Quranê, mela Ebulbarî Çelîk silav li rûhaniyeta şêxên Hîzanê û Ustad Bedîuzzeman kir û li ser heyata pêxemberê me peyivî. Mewlûd û îlahîyan millet coş kir. Bername bi duayê bi dawî bû.
Her wiha li beldeya Yazikonaka Xarpêtê jî, bernameya mewlûdê hat lidarxistin. Bername li bazargeha xelkê hat rastkirin. Bi xwendina Quranê bername dest pê kir, bi îlahî û mewlûdê dewam kir. Murat Polat li ser heyata pêxemberê me xeber da. Bername bi xwendina duayê bi dawî bû. (BANGAHEQ)