8 ‘Alîme Yên Din Jî Îcazet Stend
Komela Jinên hestîyar Zeynep-Dera ku li Kocaelîyê fealîyetan pêk tîne, piştî perwerdeya 4 salan, ji bo 8 ‘alîmeyan merasîma îcazetê li dar xist.
Di merasimê de pîrekên mehelê yên ku di salekê de bi saya komela Zeynep-Derê di ‘ilmên wek fiqih, tewhîd û Quranê de xwe bi pêş xistîne jî hatin xelatkirin.
Seroka damezrînera Zeynep-Derê Sabîha Ateş Alpat, di merasimê de weha axivî: “Gihandina nesleke bisihhet û bi îman, bi terbîya malbatan pêk tê. Ji bo gîhandina zarok û bi teybetî jî gihandina qîzan, lazim e ku malbat Îslamê ji xwe re referans bigrin.
BANGAHEQ