Sewkiyata Neftê Didome
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Suriştî Taner Yildiz destnîşan kir ku hinartina petrola xam a ji herêma Kurdistanê didome.
Yildiz li ser pirseke der barê rûdanên li Mûsilê wiha got: "Tu guhertin di hinartina 100 hezar warîl nefta ku rojane ji bakûrê Iraqê tê, nehatiye kirin. Sewqiyat didome."
Yildiz got nefta ku ji herêma kurdan tê, dîsa bi îxaleyên ku ji aliyê bakûrê Iraqê tên kirin ve, tê firotin û wiha dewam kir: "Heke ku bê derxistin em ê derbas bikin. Nefta ku tê derbaskirin jî, sewqê piyaseyan tê kirin. Em ji derbaskirinê berpirsiyar in."
Yildiz herî dawî lê zêde kir ku tu midaxeleyên Tirkiyeyê di îxaleyên firotina nefta navborî de tuneye.
BANGAHEQ