Operasyon Hêzên Pêşmerge
Hat ragihandin Hêzên pêşmergeyan li Celawleya bajarokê Diyalayê li dijî çekdarên DÎŞIyê operasyon li dar xist. Ji lew şerê şedîd qewimî.
Serpel Ehmed Ferîdûn Kerîm destnîşan kir ku bajarok hema hema bi temamî ketiye destê pêşmergeyan. Kerîm bal kişand ser vê yekê ku wan hê jî bi temamî asayîş pêk neanîye û xisûsen bi şev ji cihên cuda bi bombeyan êrîş pêk tên.
Li herêmê pevçûnên dijwar didomin û gelê herêmê jî çareyê di revê de dibîne. Hin mêr jî bi çekên xwe piştgiriyê didin pêşmergeyan.
Malbatên ku herêmê diterikînin, di binê 40 pile germahiyê de bi saetan dimeşin û wisa digîjin herêma ewledar a kurdan
BANGAHEQ