Îsraîl Jenosîdê Rast Dike
Dıktorên ewrûpayî û ereb ên lı nexweşxaneyên ğezzeyê, gazî alema navneteweyî kır ku rıhqelandına ku îsraîla rejîma terorê rast dıke bê sekınandın.
Diktorên Ewrûpayî û ereb ên li nexweşxaneyên Ğezzeyê dixebitin, li Klûba Medyayê ya Brukselê, bi belgeyan li ser sûcên herbê yên ku Îsraîla rejîma terorê li ser Ğezzeyê rast kirine xeber dan. Diktoran dan zanîn ku Îsraîla melûn, tu ferqê naxe navbêna însanan, rasterast xelkê Filistînê dike hedef, di serî de jin û zarok ji sedî 80-90ê qurbanên qetlîamê kesên sivil in.
Diktoran destnîşan kir ku nexweşxane, ambulans, camî û mekteb ên ku sivîl di wan de distirîn jî bûne hedefa êrîşan.
Diktor Mads Gîlbertê Norweçî yê ku li Nexweşxaneya Şîfayê dixebitî, resmên gede û pitikên ku ji aliyê Îsraîla xusran ve giran birîndar bûne û hatine qetilkirin nîşan dan û got “Ma evana terorîst in?”
Gîlbert beyan kir ku hejmara qurbanan bi ser 1200î ketiye, çaryekê wê û ji sisiyan yekê nêzî 7 hezar birîndaran zarok in. Her wiha got ku li ber vê rewşa êşdar, bi qasî serokwezîrê terorîst Binyamîn Netanyahû, Neteweyên Yekbûyî, Barak Obamayê serokdewletê Emrîkayê û welatên Ewrûpayê jî mesûl in.
Diktor Gîlbert li ser drama Ğezzeyê mektûbek ji Obamayê re şand û got ku gelo ûjdan bi we re heye? Li her derê dinyayê nerazîbûn bilind dibin, lê ji serokdewletê Emrîkayê û ji lîderên din kelîmekek jî nebihîstiye.
Diktorên Ewrûpayî û Ereb beyan kir ku ji bona rewşa însanî bêtir xera nebe, bila li Ğezzeyê derhal korîdora însanî vebe û helîkopterên Neteweyên Yekbûyî, îlac û malzemên tibbî bikşînin Ğezzeyê û birîndaran derxin derveyê. (Hürseda Haber)