Îsraîlê Dîsa Zarok Qetilkirin
Îsraîla melûn, careke dın lı ser soza xwe nema û dîsa êrîşî Ğezzeyê kır. Dı hedîseyan de 5ê wan zarok, 3ê wan jın bı tevahî 12 kes şehîd bûn, 50 kes jî bırîndar bûn.
Ordiya Îsraîla îşgalker agirbest xera kir û êrîşî Ğezzeyê kir. Di êrîşan de herî hindik 10 bombe bi ser mehela Ridwanê ya li Refahê de ketin. Di êrîşê de qîzeke 5 salî can da, ji eynî malbatê 15 kes jî birîndar bûn.
Li bakurê Ğezzeyê jî malbatek bû hedefa êrîşan. Di nav wan de zarok jî herî hindik 10 kes birîndar bûn.
Kuflet û zarokekî Muhemmed Dayfê qomandarê Tûğayên Îzzeddîn Qessam jî di êrîşan de şehîd bûn. Xebera şehadeta wan ji aliyê endamê polîtburoya Hamasê Mûsa Ebû Merzûq ve li ser hesabê wî ya Facebookê hat diyarkirin.
Berdevkê wezareta Tenduristiyê Eşref el-Qûdra da zanîn ku li herêma Deyr el-Belhê ya li rojhilatê Ğezzeyê, di êrîşên siyonîstan de ji eynî malbatê 7 kes şehîd bûne ku di nav wan de jineke bi hemle û 3 zarok jî hene û 8 kes jî birîndar bûne.
Rayedarên Filistînê dan zanîn ku ji xerabûna agirbestê û vir ve Îsraîla melûn bi dehan êrîş birine ser Ğezzeyê. Di van êrîşan de 5ê wan zarok bi tevahî 12 kes şehîd bûne, 50 kes jî birîndar bûne.
Hat gotin ku Hamasê jî li ser êrîşên rejîma terorê, fuze avêtine herêma bajarê mezin a Tel Avîvê. Ji rayedarên Hamasê Îzzet Rîşq wiha got:
“Heta ku filistînî xwe di ewlehiyê de nebînin, ew ê Îsraîla siyonîst jî xwe di ewlehîyê de nebîne. Îşgalkeran dest bi vê yekê kir.”
Tûğayên Îzzeddîn Qessam jî da zanîn ku do 34 fuze avêtine bajarên Tel Avîv û Bîrussebîyê. Ordiya siyonîst ev hejmarê wek 50 diyar kiribû.
Bi destpêka êrîşan bi hezaran Ğezzeyî dîsa ji malên xwe reviyan.
Pey ku Serokwezîrê çeteya terorê Bînyamîn Netanyahû, gazî heyeta Îsraîlê ya li Misrê kir ku vegere Îsraîlê, heyeta îşgalker ji maseya muzakereyan vekişiya.
Serokê heyeta Filistînê Azzam Ehmed jî pev civîna heyetê xeber da û îfade kir ku digel agirbest hatiye dirêjkirin jî, tu pêşketin nehatiye kirin.
Berdevkê Hamasê Samî Ebû Zuhrî jî da zanîn ku di muzakereyên li Qahîreyê de tu pêşketin pêk nehatiye û wiha got: “Êrîşên dawîn ên Îsraîlê, di vî warî de tê şîrovekirin. Îsraîlê agirbest îxlal kir.”
Îsraîla melûn ji 7ê Temûzê vir ve êrîşî Ğezzeya ku bi salan e xistiye bin ambargoyê dike. Heta niha 2 hezar û 18 filistînî şehîd bûne. Ji wan 543 kes zarok in, 250 kes jin in. (Hürseda Haber)