YPGê Fermana 4 Malbatên Kurd Derxist
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wek baskê çekdar ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê ye, bi hêceta ku “alîkariya DAIŞê kirine” fermana derxistina 4 malbatên kurd ji bajarê Amûdê da. Ew malbat jî dibêjin, tohmetên YPGê derew in û em ji bajêr dernakevin.
Hêzên YPGê roja 26ê Tebaxa îsal li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê avêtin ser mala welatiyê bi navê Memdûh Tixûbî û sê malên din û ew bi alîkarîkirina çekdarên DAIŞê tohmetbar kirin.
Di wê operasyonên de çekên wan malan ketin destê YPGê û ji wan hat xwestin, divê yan soz bidin ku cardin têkiliyê bi DAIŞê re nekin yan jî divê Rojava biterikînin…
Yek ji wan welatiyan ji Rûdawê re got, tohmetên YPGê derew in ji ber ku li ser rêbaza Barzanî ne û hevalbendê PDKê ne û ti carî ji Rojava dernakevin…
Mohleta wan malbatan duh (30ê Tebaxê) qediya… (Rudaw)