'Heqareta Lı Çarşefê' Wê Bê Telîn Kırın
Wê êrîş û heqareta pkk-hdpê ya ku dı 25ê çırîya paşînde lı dıjî tesetur û çarşefê hat rast kırın, lı ‘ıntabê bı beyanateke medyayî ya gırseyî wê bê telîn û protesto kırın.
PKK-HDP ya ku ji bo li dîn û dîndar û oldaran heqaretê bikin, âdeta li behaneyan digere. Qaşo di 25ê Çirîya Paşîn de şiddeta li jinan protesto dikir, li sembola tesetur û hurîyetê, li çarşefa jinên musluman heqaret kirin.
Tepkî û bertekên li dijî vê bê exlaqîya Xwedê nenasa bi zêdeyî didome.
Wê ev êrîşa qrêj li ‘Intabê, bi beyanateke medyayî ya girseyî bê protesto kirin.
Komela ‘Îlîm-Dera Endama TESSEPê, dîyar kir ku wê bi beyanateke medyayî, vê êrîşa li çarşefê hatîye kirin protesto bikin.
Komela ‘Îlîm-Derê, derbarê protestoyê de agahî parve kir. Di beyana komelê de weha hat îfade kirin: “Ev êrîşa namerdî ya ku li emrê Xweda, li şîara Îslamê çarşefa jinên musluman hatiye rast kirin wê bê telîn kirin. Bi taybetî Xuşkê me û bi giştî jî hemû xelkê me dawetî bi bal vê protestoyêne.”
Hat dîyar kirin ku wê sibê yanî di 3yê Çirîya Paşîn roja Çarşemê di saet 12:30an de li parqa Balikliya ‘Intabê bê li dar xistin.
BANGAHEQ