Pırtûkxaneya Yasîn Böru
Xwendekarên zanîngehê yên ku endamê însîyatîfa ‘edalet û hurîyetêne, jı bo lı ser navê yasîn böruyê ku jı teref pkk-hdpê ve bı wehşîyane hatıbû qetıl kırın, pırtûkxaneyê ava bıkın dest bı xebatan kır.
Şehîd Yasîn Böruyê ku di heyama qoştê qurbanan li feqîran belav dikir de, ji teref PKK-HDPê ve bi şeklekî wehşî hatibû qetil kirin, wê li Dîyarbekirê li ser navê Yasîn Böru birtûkxaneyek bê ava kirin.
Xwendekarên zanîngehê yê endamê Însîyatîfa ‘Edalet û Hurîyetê, ya ku li Stenbolê falîyetan dike, xebatên xwe yên ku derbarê pirtûkxaneya Yasîn Böru de li sosyala medyayê parve kirin û ji taqîpvanên xwe desteka ji bo qampanyayê xwestin.
Xwendekarên ciwan beyan kirin ku ji bo destekê bidin mezlûmên ku dibin zulmê dene, ev qampanya dane dest pê kirin. ji bo ku bibin dengê ciwanîyê ev gava hewce hatîye dîtin û ev gav avêtine.
BANGAHEQ