Qatılên Bûhari hat zevt kırın
Abdûllah Bûharîyê ku bi ‘eslê xwe Özbekîye, bi nasnameya xwe ya Îslamî dihat nas kirin. Bûharî pêr li ber avahîya komela Îhsan-Derê ya ku tê de xizmetên îslamî dikir, marûzî êrîşa bi çek bû. Qatilê ku Abdûllah Bûharî qetil kir, hat zevt kirin.

Piştî êrîşê ekîba tekoşîna li ber terorê dest bi operasyonê kir. Di encama operasyonê de qatilê bi ‘eslî Çeçen e, li mala wî ya Başakşehîrê bi tevlî sîleha wî hat zevt kirin.
Qatilê ku ferq kir mala wî hatîye dorpêç kirin, sîleha ku di kemînê de bi kar anîbû ji hev de xist û her perçeyek sîlehê di pacêre avêt.
Hat dîyar kirin ku li ser qatilê bi navê Z.Myê 27 salî, pasaporta Ûkrayna hatîye girtin û ji bo, bê ka kê emrê kemînê daye qatil jî, tê lêkolîn kirin.
Li Stenbolê berî niha, berxwedêrên Çeçen jî hatibûn qetil kirin. (BANGAHEQ)