'Hz. Mûhammed limana xelasîye ye'
Mela Cemal Çinar a ku beşdarî bernameya mewlûda pîroz a ku li Mereşê hat li dar xistin de got: Kesên ku misilmanan îdare dikin wesf û krîterên Hezretî Mûhammed di xwe de nahewenin.
Çinar di derbrê bernameya mewlûda pîroz a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember li Mereşê hatibû li darxistin de fikr û ramanên xwe bi ÎLKHAyê parve kir.
Çinar wiha ragihand: “Dil dixwest ku her roj bernameyên wiha werin li dar xistin. Lewra heger Pêxemberê me werî pişt guh kirin wê demê ne Quran ne jî îslam namîne. Lewra ew Pêxember ji terf Xwedê bi wesfê resûltîyê ji însanan re hatiye şandin. Hz Mûhammed, pêxemberê herî dawî ye. Hz. Mûhammed, ji teref Xwedê ve bi şiklekî bê kûsur û bê kêmasî hatiye şandin. Ji ber vê yekê jî ji bo Hz. Mûhammed baş were naskirin divê bernameyên wiha bên li dar xistin. Lê belê ji ber ku derfet û îmkanan ev bername encax an heftîyek an jî di nava mehekî tenê de tên li dar xistin.”
Çinar wiha domand: “Her kî tabîye Hz. Mûhammed bibe ew ê xelas bibe. Îro ew kesên ku misilmanan îdare dikin ji ber ku wesf û krîterên Hz. Mûhammed di xwe de nahewenin misilman perişan in.”
Çinar di dawîya axavtina xwe de wiha ragihand: “Ev bername di derheqê komekî, rêxistinekî, nîjatekî, dewletekî an jî di derbarê tiştekî din de nayên li dar xistin ; ev bername di derbarê şexsîyetekî bêmînak û mümtaz de tên li dar xistin. Belê dem dema li hev xwedî derketina misilmana ye, dema kombûyînê ye. Hemû kes însana gazî tiştekî dikin. Lê belê em însanan gazî Hz. Mûhammedê bêmînak û bêhempa dikin.” (ÎLKHA)