Li pişta wan qerarên îdamê Emrîka û Îsraîl heye
Qerarên îdamê yên ku di derbarê Serokomar Mursî û hevalên wî de hatibûn dayîn,li Stenbolê ji teref Cemîyeta Mustezefan a şaxa Stenbolê, Komeleya Hûrr Rabîa ya Misrîyan û gelek civak û sazîyên îslamî ve bi daxuyanîya çapemenî hat telîn kirin.
Li Parka Saraçhaneya Fatîh a Stenbolê gelek sazî û civakîyên îslamî qerarên darvekirina Serokomar Mursî û 105 kesên din bi daxuyanîyeke tund telîn kirin.
Bernameya telînkirinê bi meşekî ji Camîya Fatîhê dest pê kir û li Parka Saraçhaneyê bi daxuyanîyeke çapemenî bi dawî bû.
Li Parka Saraçhaneyê, temsîlkarên gelek sazî û civakên îslamî di derbarê qerara îdamkirina Serokomar Mursî û 105 kesên din de, li ser rewşa misilmanên cîhanê ya îro de û di mijarên cûr bi cûr de axavtinan kirin.
Di daxuyanî ya çapemenîyê de hat diyar kirin ku ew kesên ku li Efxenîstan, Pakîstan, Bangledeş, Erakan, Lîbya, Turkîstanê xwîna misilmanan dirjînin di pişta van qerarên îdamê de ne.
Bername piştî xwendina daxuyanîya çapemenîyê bi dawî bû.(ÎLKHA)