Zextîyên PKKê melayê gund da koç kirin
Li gunde Xarapkurkaya ku girêdaye navçeya Qosera Mêrdînê ye melaya gund Halîl Ozdemîr, ji ber zext û zordarîyên PKK/HDPyîyan mecbur ma ku gund terk bike.
Halîl Ozdemîr ê ku ev bû 3 sal ku li gundê Xarapkurê melatîyê dike ji ber ku di weazên ku dide de propagandaya PKK/HDPyîyan nake û ji ber ku ji kesên PKKyî yên ku dimirin re nabêjî şehîd ji teref PKK/HDPyîyan ve li hedefê hatîye danîn.
“Di gund de fikra PKK/HDPê hakim bû”
Halîl Ozdemîr di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re wiha axivî: “Berî vê 3 salê ez çûme gundê Xarapkurê. Ji ber ku wezîfê min îhya kirina bi îslamî bû min dest bi xebatên îslamî kir. Demek wiha derbas bû. Min ders da çend zarokên gund. Lê belê piştî demekê ew jî nehatin. Lewra tu kes nedihat camîyê. Lewra di gund de zihniyeta PKK/HDPê hakim bû. Ji ber ku min li camîyekê din ji dêla ve hevalekî min ku ew jî mela bû min ders da zarokan , gundîyên ku min dîtin nav li pey min xistin. Di nav xwe di derheqê min de digotin ku ‘mala derse dide IŞÎDê.”
“Ji imin pirs dikirin, gelo Apo pêxember e, PKKyîyên ku dimirin gelo şehîd in?”
Ozdemîr axavtina xwe wiha domand: “ Hinek kesên ku fikrên wan fikre PKK/HDPê bûn dihatin cem min û j imin pirs dikirin ‘Gelo Apo pêyamber e?’ Min jî ji wan re digot ku piştî Hz. Muhammed êdî tu pêxember nayen. Pêxemberê me yê herî dawî ye. Her wiha kitêba me jî Qur’an e. Her wiha Apo jî însanekî weke min û te ye. Her wiha hinek kes ji gund ji min dixwastin ku ji PKKyîyên ku dimrin re bibêjim şehîd. Rojekî 2 xortên gund hatim cem min û j imin re wiha gotin ‘Hûn alimên vê gavê ne alim in, em çûne gundekî digot ku PKKyî şehîd in, li gindê din digot ne şehîd in.’ Piştî vî tiştî ji min pirsîn ka PKKyî şehîd in an na? Min jî ji wan re got ku her kî di rêya Xwedê, di rêya wî de, di doza wî de bimire şehîd e. Dema ku min vî tiştî got li hesabê wan nehat. Her wiha dema ku min li camîyan weaz dida min qet pesna PKKyîyan nedida. Ev tişt jî zora wan diçû. Ji ber vê yekê min tehdîd kirin û min ji xwe re kirne hedef. Weke ku hûn jî dizanin PKK gelek însanê me şehîd kir.
“Ji ber ku ewlehîya canê min tunebû, ez mecbur mam ku gund terk bikim”
Ozdemîr wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Dema di hilbijartinan de li gund ji xeynî HDPê ji partîyên din re 2 ray derketibûn. Ji ber vê yekê gundî zext û zordarî li min kirin, dema ku zarokên min didîtin digotin ha va ye lawê HUDA PARî, AK Partîyî. Ez ji vir ji hikûmetê jî gilîdar im. Lewra vî miletî têxistin bexta van kesan. Ji ber van tiştan ji ber ku ewlehîya canê min tuneye ez mecbur mam ku gund biterikenim. (ÎLKHA)