HUDA PAR Şîbûta (Balaban) ziyaret kir
Teşkîlata Bajêra Wanê ya HUDA PARê çû Şîbûta navçeya Westanê ya ku berî ve 3 rojan ji teref PKKyîyan ve êrîşa bombeyî lê hatibû kirin. Heyeta ku çûbû Şîbûtê dikandaran ziyaret kir.
Ji teşkilata Bajêra Wanê ya Patîya Doza Azad Endamê GÎKê Parêzer Mehmet Mehdî Oguz, Serokê Bajêra Wanê Parêzer Rasîm Saygin û lijneyek bi hevdû re çûne Şîbûta ku berî vê 3 rojan ji teref PKKyîyan êrîşa bombeyî lê hatibûn kirin.Heyeta Partîya Doza Azad li Taxa Balabana navçeya Westanê dikandararên ku di êrîşê de zirar dîtibûn ziyaret kir û rewşên wan pirs kir.
“Divê ev êrîş bi dawî bibin”
Oguz û heyeta digel xwe dikandarên ku di êrîşê de zirar dîtibûn yek bi yek ziyaret kir û destnîşankir ku divê ev êrîşên ku tên kirin bi dawî bibin.
“Ji ber ku camîya me ketîye vî halî em gelekî xemgîn in”
Dikandarên Şîbûtê yên ku di êrîşê de zirar dîtibûn wiha detnîşan kirin:” Ji ber ku di êrîşê de dikanên me zirar dîtin em xemgîn bûn. Lê belê ev halê ku li serê camîya me hatîye me xemgîntir kir.”
Ji ber êrîşa bombeyî krîza qelb derbas kir û wefat kir
Lijneya HUDA PARÊ piştî ku dikandaran ziyaret kir re derbasî malbata Tahîre Şohreta(45) ku ji ber êrîşa bombeyî krîza qelb derbas kiribû û wefat kirbû ziyaret kir.
Lijne piştî ku ziyaretên xwe xelaskir re vegerîya Wanê.(ÎLKHA)