Li Iraqê karkerên Tirkîyeyî hatin revandin
16 karkerên Tirkîyeyî yên ku li Iraqê dixebitîn ji teref kesên rûyên wan nixumandî ve hatin revandin.
Hat ragihandin 16 karkerên Tirkîyeyî yên ku li paytexta Iraqê dixebitîn ji teref kesên rûyên wan nixumandî ve hatin revandin. Rayedarên Iraqî jî destnîşankirin ku xebera revandina karkeran rast e.
Hat hînbûn karkerên ku hatine revandin li rojhilatê Baxdayê li herêma Sadrê di inşaata avahîyekê de dixebitîn.
Hê jî nayê zanîn karker ji teref çi kesan ve hatine revandin.(ÎLKHA)