Ji Bankaya Nûh a Cizîrê banga alîkarîyê
Bankaya Zad a Nûh a Cizîrê ji bona xelkê Cizîrê yên ku di dema qedexeya derketina derve de mexdûr bûne re banga alîkarîya madî û manewî kir.
Serokê Komeleya Bankaya Zad a Nûh a Cizîrê Yûsif Ozalp ji bona xelkê Cizîrê yên ku di pêveajoya qedexeya derketina derve de mexdûr bûne re banga alîkarîyê kir.Ozalp destnîşan kir ku temamê xelkê Cizîrê di vê pêvajoyê de mexdûr bûye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bona biratîyê niha wextê parvekirinê ye.”
Yûsif Ozalp di derbarê mexdûrîyetên ku pêk hatine de wiha axivî: “Li gor muşadeheyên me, em bi tenayîya serê xwe nikarin ji bin vî barî rabin.Ji ber vê yekê me ji bona alîkarîyê ji STKyên ku li nava welêt in û derveyî welêt in banga alîkarîyê kir me got ku ‘Ji bona biratîyê niha wextê parvekirinê ye.”
Ozalp axavtina xwe wiha da domandin: “Bi destpêka bûyerên Cizîrê , li hinek cihên welêt bûyerên xemnak pêk hatin. Hinek kes xwestin ku di naveyna kurd û tirkan de agirê fitne pêxin. Werin em vê agirê fitnê ya ku ji bona pêxistina wî tê hewldan bi van alîkarîyên ku em ê bikin berteraf bikin.”
Ozalp wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ev Eyda Qurbanê ji bona vê alîkarîya ku wê bê kirin firsed e. Werin ji bona Cizîrê û biratîyê qurbanên xwe ji xelkê Cizîrê yên ku mexdûr bûne re bibexşînin. Kesên xêrxwaz yên ku dixwazin alîkarîyên xwe bi wesîleya me bigîhêjînin kesên mexdûr dikarin ji malpera me ya www.cizrenuhgidabankasi.org.tr û ji nimreya tekefonê ya 0545 847 3323an bi me re têkevin têkilîyê.”(ÎLKHA)