'Em darizandineke adilanê teleb dikin'
Nevzat Uçakê ku di salên 2000an de ji ber xizmetên îslamî hatibû girtin û pişt re jî hatibû serbestberdan piştî 14 salan ji dosyaya ku berat kiribû cardin hat girtin.Malbata Uçak ji vê girtinê re îsyan kirin.
Nevzat Uçakê ku di salên 2000an de ji ber xizmetên îslamî hatibû girtin û pişt re jî hatibû serbestberdan piştî 14 salan ji dosyaya ku berat kiribû cardin hat girtin.Malbata Uçak ji vê muameleya ku tê kirin re îsyan kirin û berteka xwe wiha nîşan dan: “Ew kesên ku vê zilmê li me dikin ew ê çawa hisabê bidin Xwedê Teala?”
Ew zilmên ku 28ê sibatê li dijî kesên misliman hatibû destpêkirin hê jî didomin.Ji van zilman yek jî xwe li Wanê nîşan da.Nevzat Uçakê ku di dema 28ê sibatê de ji ber ku xizmetên îslamî dikir û dersa Qur’anê dida li ber çavên zarokên xwe hat derbkirin û pişt re jî bêsûc û bê guneh sal û nîv di hebsê de ma.
Piştî demekê hat fêmkirin ku Nevzat Uçak bêsûc e û wî serbestberdan.Lêbelê Uçakê ku mehkema wî berdewam dikir sala borî cardin hat girtin.
Malbata Uçak di derbarê vê bêedaletîyê de destnîşan kirin ku ew ji rexekî vê êşa derbaskirina îdê ya bêbavê wan dikşînin û ji rexê din vê jî li berdengî edaletê ne.
“Gelo di roja îdê de zarokên wan wiha mabana ew ê xweşa wan çûbana?
Aysel Uçaka ku xanima Nevzat Uçakî ye di derbarê mijarê de destnîşan kir ku mêrê wê bêsûc û bêsebeb hatîye girtin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû bi salan ku însanên ku ji ber xizmetên îslamî yên ku kirine di girtîgehan de ne.Bila ev zilm êdî bi dawî bibe.Gelo zarokên wan kesên ku vê zilmê li me dikin di roja îdê de serên xwe li ber xwe tewandibana ew ê xweşa wan kesan çûbana?”
“Mêrê min sûcek tenê kiriye ew jî nimêj û ji zarokan re hînkirina Qur’anê ye”
Xanima Aysel axavtina xwe wiha da domandin: “Em hê nû zewicîbûn. Di ser zewicîna me de 4 meh û nîv derbas bûbû. Mêrê min ji ber ku li camîyê dersa Qur’anê dabû zarokan li ber çavên me hat derbkirin û pişt re jî wî birin.Piştî ku wî birin ez tenê mam û ez çûme ba xwesûwa xwe.Me gelek ezîyet û zehmetî kişand.Merê min sûcekî tenê kiriye ew jî kirina nimêjê û ji zarokan re hînkirina Qur’anê ye.”
“Heger îro hûn ji vê zilmê re bêdeng bimînin hûn nikarin sibe hisabê vî tiştî bidin”
Uçak wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Îro di rêberî û îdareya dewletê de kesên ku enîya wan li secdê dikevin hene.Ji ber vê yekê ez dixwazim ji wan kesan re wiha bang bikim.Heger îro hûn li hemberî vê zilma ku li me tê kirin bêdeng bimînin hûn nikarin sibe hisabê bidin Xwedê Teala.Kes nikare ji bin vî barî rabe.Em ji bona Xwedê sebir dikin. Em jî dizanin ku rêya me Qur’an e û ji bona vê yekê em disekinin,sebir dikin.Heger Xwedê Teala sebra me zêde nekiribana em nikaribûn îdare bikin.Ev rê rêya pêxemberan e.”
Polêsan: “Te çi ji van zarokan, ma li te maya ji destê wan girtin?”
Recep Uçakê ku birayê Nevzat Uçakî ye jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Kekê min di salên 2000an de dema ku di camîyê de dersa Qur’anê dida polêsan li ser camîyê de girtin.Polêsan li ber çavên min kekê min derb kirin.Ew xwînên ku ji rûyê kekê min dihat herîkî li ser Qur’ana Kerîm.Ji ber ku ez zarok bûm ew kêlî ji ber çavên min naçê.Polêsên ku di ser camîyê de girtin ji kekê min re wiha gotin ‘Te çi ji van zarokan , ma li te maye ji destê wan girtin?”
“Em darizandineke adilanê teleb dikin”
Recep Uçak destnîşan kir netenê kekê wî her wiha bisedan kesên weke kekê wî bêsûc û bêsebeb ji ber nasnameyên wan îslamî hatine girtin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wek birayên min sedan kesên ku belesebeb hatine girtin û cezaya muebbet ji wan re hatîye birîn.Niha jî ev kes hê jî di girtîgehê de ne.Heger piçekî xwedî wicdan bin ev misliman divê cardin werin darizandin da ku bêsûcîya wan derkeve holê.”
Recep di dawîya axavtina xwe de wiha ragihand: “Em, serokkomar wek misilmanekî dizanin. Bila li wicdana xwe binêre û êdî zêdetir ji vê zilma ku tê kirin re bêdeng nemîne.”
Ez bang li hemû kesî dikim ; bavê min ji hepse derînin…
Merve Uçaka ku qîza Nevzat Uçakî ye di derbarê rewşa bavê xwe de wiha axivî: “Em gelekî bêrîya bavê xwe dikin.Wextê bavê min kêm e.Wextên mislimanên din ên di girtîgehê de zêde ye.Xwedê Teala sebrê bide zarokên wan .Zarokên wan jî bêbavên xwe îdên xwe derbas dikin. Em her çiqas li welatekî misliman bin jî ev zilm tên kirin.Xwedê Teala qebûl neke.”
Merve di dawîya axavtina xwe de wiha bang kir: “Ez bang li hemû kesî dikim, bila bavê min serbest berdin.Bavê min ji bona ku li camîyê dersa Qur’anê dida zarokan û ji bona ku Qur’an dixwend hat tewqîfkirin.”(ÎLKHA)