'Bila navê Yasîn Boru li dibistanê bikin'
Komek xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bang kirin û gotin bîla navê Yasîn Boruyê ku di bûyerên sala çûyî de bi hinceta Kobanê di 6-7ê Cotmehê li Diyarbekirê qewimî de hat qetilkirin, li lîseya ku lê dixwend bikin.
Komek li ber dibistana Gaffar Okan ya ku Boru lê dixwend civiya û pankartên, "Zarok me efû bike", "Bila navê Yasîn li dibistanê bikin", "Amed ranekeve li şehîdê xwe xwedî derê", Em gişt Yasîn Boru ne" vekirin. Li ser navê komê Zeynep Dûrû axivî û got ku di bûyerên sala çûyî de gelek kesan zirar dît.
Pîştî daxuyaniyê xwendekaran kulîlk û weneyîn Yasîn Boru danîn ber derê dibistanê. (AA)