Rêwîyên Xêrê malbata Tiryakî ziyaret kirin
Sazîya Rêwîyên Xêrê ya Meletîyê, malbata Cengîz Tîryakîyê ku di bûyerên 6-7ê cotmehê de ji teref PKKyîyan ve hatibû qetilkirin ziyaret kirin.
Endamên Sazîya Rêwîyên Xêrê ya Meletîyê û Rêvebirê Çapemenîya Giştî ya Rojnameya Dogru Haberê Mehmet Goktaş bihevre malbata Cengîz Tîryakîyê ku di bûyerên 6-7ê cotmehê de ji teref PKKyîyan ve li navçeya Kanîreşa Çewlîgê hatibû qetilkirin ziyaret kirin.
Ji ber salvegera qetilkirina Tîryakî, malbata Tiryakî hat ziyaretkirin. Di ziyaretê de Mehmet Goktaş destnîşan kir xwîna şehîdan bereket e û axavtina xwe wiha da domandin :“Em bi xwîna şehîdan vejîn. Xwîna wan bû bereket. Ez bawer dikim ku xwîna wan îftîxara ûmmetê ye. Xweda şehadeta wan qebûl bike.”
Serokê Sazîya Rêwîyên Xêrê Orhan Dîkgoz da zanîn ew ê li emaneta şehîdan xwedî derbikevin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew gihaştin meqamên bilind. Em ê jî li doza wan xwedî derkevin û rêya dozawan bimeşînin. Em ê wek çavên xwe li zarên şehîdên xwe mêze bikin. Bila çavên şehîdê me li paş nemîne.”
Ziyaretwanan bi şiklekî dilgermî eleqeyeke mezin ji zarên şehîdî re nîşan dan.. Hat dîtin ku zarok jî ji vê ziyaretê pir kêfxweş bûn.(ÎLKHA)