Fransa li Rakkayê sivîlan bombebaran kir
Komîteya Koordînasyona Sûriyê destnîşan kir li tu cihên ku ji teref Fransayê ve hatine bombebarankirin DAIŞ tune ye û balafirên Fransayê di bin navê DAIŞê de sivîlan bombebaran dikin.
Balafirên şer ên Fransayê duh êvarî di derdora seat 22.00an de Rakkaya Sûriyê bombebaran kirin.Di bomberana ku ji teref balafirên şer ên Fransayê ve hatine kirin de gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Balafirên Fransayê yên şer di bombebarana ku kirin de nexweşxaneyek, komplekseke werzîşê û mûzeyekê bombebaran kirin. Hat ragihandin di encama bombebarandina li ser nexweşxanê de bi dehan zarok hatin qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Komîteya Koordînasyona Sûriyê di derbarê bombebarana ku hatîye kirin de ragihand bomberan di derdora seat 22.00an de ji teref balafirên Fransa û Rûsyayê ve hatîne kirin û dema bombebaran hatîye kirin ne sivîl ne jî esker ji hevdu cuda nehatine kirin.
Komîteya Koordînasyona Sûriyê her wiha ragihandin li cihên ku bombebaran hatîye kirin DAIŞ tune ye û di bin navê DAIŞê de sivîl tên kuştin.(ÎLKHA)