'Bes dê 59 hezar û 200 kes herin Hecê'
Nûnerê Hec û Ûmreya Înzarê ya Diyarbekirê Mehmet Duyu diyar kir ku peşka Hecê ya 2016an hatiye avêtin, nêzê milyonek 760 hezar kes beşdar vê peşkê bûne û bes dê îsal 59 hezar û 200 kes herin Hecê.
Seroktiya Karên Diyanetê peşka Hecê ya 2016an avêt. Nûnerê Hec û Ûmreya Înzarê ya Diyarbekirê Mehmet Duyu di derbarê Hecê de namzetên Hecê agahdar kir û her wiha diyar kir ku nêzê milyonek 760 hezar kes beşdar vê peşkê bûne û bes dê îsal 59 hezar û 200 kes herin Hecê.
Duyu diyar kir ku Hec ji 5 şertên Îslamê ye û ev îbadet him bedenî him jî derûniye. Kesên ku derefetên wan hene divê ku Hecê eda bikin.
“Divê ku mirov wê axê pîroz ziyaret bike û li wir bijî”
Duyu destnîşan kir ku ji bo çûna Hecê bawerî û ramanên çewt hene. Dûvre Duyu axavtina xwe wiha domand: “Gel dizane ku heta mirov dewlemend nebe mirov nikare biçe Hecê. Ferzbûna Hecê bi malê rê tê miqayese kirin. Heke mirov biçe Hecê divê ku heta mirov dagere di mala mirov de xurek hebe. Nefaqa zarokên mirov hebe. Heke ev şert hebe Hec li ser mirov ferz dibe. Hec pirr girîng e. Divê ku mirov wê axê pîroz ziyaret bike û li wir bijî.”
Qonaxa herî dawî ya ji bo qeyda Hecê dê li ser navnîşana diyanet.gov.tr’ê were qedandin
Duyu diyar kir dema namzetan dîtin ku navê wan derketiye divê ku nimreya telefonên xwe rojane bikin. Dûvre Duyu axavtina xwe wiha domand: “Heke nimreya wan rojane bibe roja 7ê adarê di derdora sibe de li ser malpera înternetê divê ku bi nimreya xwe yê TC’yê têkevin navnîşana diyanet.gov.tr’ê.”
“Em karê xwe ji dil û can dikin”
Duyu di derbarê Organîzasyona Hec û Ûmreya Înzarê de zanyarî da. Dûvre Duyu wiha dawî li axavtina xwe anî: “Wek Înzar Tûrîzmê me xwe ji Îslamê re fida kiriye. Em karê xwe ji dil û can dikin. Di derbarê vê yekê de rêberê me yên hêja hene.” (ÎLKHA)