Îsraîl kuştina Qentar girt stûyê xwe
Îsraîl bi fermî kuştina rayedarê Hizbullaha Libnanê, Semîr Qentar girt stûyê xwe.
Rayedarê Hizbullahê Semîr Qentar, 20ê Kanûna par li nêzîkî paytexta Sûriyê û li mala xwe de hat şehîd kirin.
Piştî bûyerê, Serokê Hizbullahê seyyîd Hesen Nesrullah û Îranê, Îsraîl bi şehîd kirina Qentar tohmetbar kirin.
Lê parlamenterê Îsraîlî û endamê Komîsyona Karên Derve û Berevaniyê ya Parlamentoya Îsraîl (Kinêsêt), Omer Barlo ev tohmet piştrast kir û ragihand ku Semîr Qentar ji aliyê Îsraîl ve hatiye kuştin û kuştina wî jî peyamek e ji bo Serokê Hizbullahê Hesen Nesrullah.
Li gorî medyaya Îsraîl, Omer Barlo bang li Hesen Nesrullah jî kir, miqatî xwe be û got, ewê jî rojekî mîna Semîr Qentar were kuştin. (Rûdaw)