'Em taqîbkerên Yasîn Boru ne'
Nivîskar, siyasetmedar û nûnerên STKyan ên ku ji bona niştina 4emîn a doza Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Rîyad Guneş, Huseyîn Dakakê ku di bûyerên 6 û 8 ê cotmeha 2014an de ji teref PKKyiyan ve hatibûn qetilkirin li ber Qesra Adaletê ya Enqerê civiyan diyar kirin ev wehşeta ku pêk hatiye ne hadîseyeke ji rêzê ye û diyar kirin ew taqîbkerên doza Yasîn Boru ne.
Her weke ku tê zanîn Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz li Diyarbekirê di 6 û 7 ê cotmeha 2014an de ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin ku îro 4emîn niştina vê dozê li Enqerê hat dîtin.Temsîlkarên STKyên ku ji bona dozê hatibûn li ber adliyê daxuyaniya çapemeniyê dan û diyar kirin ew ê ji bona Xwedê û însanetîyê heqîqetan bînin ziman.Siyasetmedar, nivîskar û nûnerên STKyên ku li ber adliyê civiyan û daxuyaniya çapemeniyê dan û di derbarê mijarê de fikr û ramanên xwe wiha anîn ziman.
“Em ê van planên emperyalan xera bikin”
Parlementerê Stenbolê yê AK Partiyê Hasan Turan di derbarê mijarê de diyar kir mucadeleya adalet û heqiyê di doza Yasîn Boru de tê dayîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû bi salan ku zext û zordarî li mislimanên heremê tên kirin.Em baş dizanin ew rêxistin çi tiştan bi wan kesên ku weke xwe nafikire dike .Em dizanin lê hûn dijîn.Îro dixwazin birayên me yên misliman ji nasnameyên wan dûr bixin.Ji ber vê yekê dest bi şidet û qetlîaman kirin.Yasîn jî ji van yek e.Dibe Yasîninan din bên qetilkirin.Doz bi nîşaneyan dijîn.Heta ku em sembol û mînakên xwe bijînin doza me wê neyê jibîrkirin.Em ê vê dozê teqîb bikin.Em ê digel însanên heremê van planên emperyalan xera bikin.”
“Dema Yasîn dihat qetilkirin rojava li çepikan dida”
Serokê Berê yê Şaredariya navçeya Sûra Diyarbekirê Cemal Toptanci jî di derbarê girîngîya şehadetê de axavtinek kir û diyar kir Yasîn û hevalên wî her yek ji wan ji bona me mînak in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şehadet rizgarî û vejîna însanetîyê ye.Şehîd namirin, a niha Yasîn û hevalên wî di nava me de ne.Em ji bona vejîna însanetîyê li benda hiqûkê ne.Kesên ku Yasîn û hevalên wî qetilkirin maşikên xerbê ne.Şehadeta Yasîn hewalên wî pir manîdar û muqeddes e.”
Serokê Giştî yê Weqfa Medeniyetê Alî Kaçar jî di derbarê mijarê de axivî û got ku ew ê rêya Yasînan bidomînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro em j bona doza birayekî xwe misliman ê ku ji teref qatilên bê wijdan ve hatiye qetilkirin li vê derê civiyan.Em ê lîstikên ku tên kirin xera bikin û em ê di vê mijarê de her tim hesas bin.”
Serokê Giştî yê Bem Bîr-Senê Mursel Turbay di derbarê dozê de diyar kir divê kesên ku vê qatlîamê kirine û yên ku ji vê yekê re bûne sedem werin darizandin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev qetlîamên ku hatine kirin berhemên wê grûhê ye. Ew gurûha wehşiyan tenê ji kesên ku îro tên darizandin pêk nayê.Ev tenê maşik in. Ev gurûh Aytaç Baran, Ethem Turkmen û Mursel Gun qetil kir.Her wiha dîsa ev gurûh bû sebeb ku Sûr, Kerboran, Dêrik, Silopî û cihên din tevlîhev û xera bibin.”
Di derbarê mijarê de her wiha Serokê Giştî yê Mazlum Derê, Arîkarê Serokê Giştî yê Egîtîm Bîr Senê Latîf Selvî û ji nivîskarên Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Emîn Ozmen jî axavtinek kirin û diyar kirin di bûyerên 6 û 8ê cotmehê de wehşeteke mezin pêk hat, doza Yasîn Boru doza lêgerîna heq û adeletê ye, kesên ku Yasîn û hevalên wî şehîd kirin baş dizanin ji çi re dijmintiyê dikin.Ew nesla ku ji nesla Şêx Seîd, Seîdê Nûrsî û ji melayên din hatine hedef girtin. (ÎLKHA)