'PKK ne partiyeka netewî ye'
Şêwirmendê Polîtburoya Hizba Demokrat a Kurdistanê Husên Medenî di daxuyaniya ku da de diyar kir PKK qet di berjewendiya gele Kurd de kar nekiriye.
Şêwirmendê Polîtburoya Hizba Demokrat a Kurdistanê Husên Medenî di berdewama daxuyaniya ku da de diyar kir PKK ji ber polîtîkayên ku dişopîne zirarê dide xelkê Kurd û wiha li axavtina xwe zêde kir: “PKK ji ber ku girêdayî hizrekî felsefî, siyasî û aydelojî serdema Stalîn e û dîktatoriyeke mezin e û kesekî din qebûl nake bela ye.”
Husên Medenî di hevpeyvîna ku da Kovara Gulanê de PKK rexne kir û wiha ragihand: “PKK li heremê dîktator e û ji xeynî fikr û ramanê xwe tu fikrên din qebûl nake.”
“PKK bi şikeleke aşkere li dijî Birêveberiya Hêrema Kurdistanê radiweste”
Medenî di berdewama axavtina xwe de di derbarê PKKê de wiha axivî: “Partiyên Rojhilatê Kurdistanê rêz li serweriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê digirin, lê PKKya ku îdia dike ew partiyeke Kurdistanî ye, bi eşkere dijayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û astengiyan ji pêvajoya serxwebûna Kurdistanê re derdixe. Em matmayî namînin dema ku PKKê dijayetiya Kurdistanê û serxwebûnê dike, ji ber ku jê ne tiştekî xerîb e.”
“PKK êrîşî kesên ku weke xwe nafikirin dike û bi wan re şer dike”
Medeniyê ku diyar kir PKK bela ye di dawiya axavtina xwe de wiha ragihand: “PKK qet di berjewendiya gelê Kurd de kar nekiriye.PKK bela ye lewra girêdayî hizrekî felsefî, siyasî û aydelojî serdema Stalîn e û dîktatoriyeke mezin e û kesekî din qebûl nake. Dema aliyekî dibîne ku ne ligel nêrîna wê ye di cih de şerê wê dike û şirîkatiya ti alî qebûl nake. PKK bi heman wê tundiya beriya 30 salî helwestê dike. PKK qet di berjewendiya gelê Kurd de kar nekiriye û tenê armanca wê tevlihevî ye. Ne ligel dewleta Kurdî ye û li dijî ala Kurdistanê ye. PKK ne partiyeke netewî ye."(ÎLKHA)