Ji ‘Qesabê Bosnayê’ Karadzîc re 40 sal heps
Ji Radovan Karadzîcê pêşengê berê yê Sirpan ê ku wek "Qesabê Bosnayê" tê zanîn re 40 sal cezayê hepsê hat dayîn.
Mehkemeya Sûcên Şer ya Navneteweyî ya li Laheyê ji Radovan Karadzîcê pêşengê berê yê Sirpan ê ku wek "Qesabê Bosnayê" tê zanîn re 40 sal cezayê hepsê da. Karadzîc ji 11 sûcan dihat darizandin ku ji 10 sûcan tevde 40 sal cezaya hepsê xwar.
Her weke ku tê zanîn di şerê ku di navbera salên 1992-1998an de pêk hat de nêzî 100 hezar kesî hatibûn qetilkirin û her wiha bi milyonan Bosnayî ji malên xwe bûbûn.Karadzîcê ku wek ‘Qesabê Bosnayê’ dihat zanîn ji ber erka xwe ya di wî şerî de bi sûcên şer, sûcê li dijî însanetîyê û bi sûcê komkujiyê dihat sûckirin.
Karadzîcê 70 salî piştî şer 13 sal reviya û di sala 2008an de li Belgradê hatibû qefaltin û darizandina wî dest pê kiribû.
Berpirsiyarê sereke yê qetlîama Srebrenîtsayê
Qaradzîc berpirsiyarê sereke yê wê qetlîma ku di sala 1995an de li Srebrenîtsayê hatibû kirin bû ku di wê qetlîamê de zêdetirî 8 hezar mêr û zarok hatibûn qetilkirin. (ÎLKHA)